Nagîhan Akarsel li cihê hate qetilkirin, hate bîranîn
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Silêmaniyeyê hate bîranîn.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Silêmaniyeyê hate bîranîn.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagîhan Akarsel duh li bajarê Silêmaniyê li cihê lê hatî qetilkirin, ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê û jinên azadîxwaz ve hate bîranîn. Jinan li cihê Nagîhan Akarser lê hatî qetilkirin, deste gul danîn û mum hatin pêxistin.
Li ser navê RJAK’ê Sara Reza daxuyaniyek xwend û wiha hate gotin; “Em di demek wisan de şehîd Akarsel bibîrtînin ku jin li tevahî cîhanê dijî aqilê zilamsalariyê têdikoşin. Ev aqilê dijî jinan, naxwaze jin xwedî nav û nasnavê xwe bin. Ji bo vê jinan têkoşîn û azadiyê kirine hedefa xwe. Ev ne tenê li Başûrê Kurdistanê pêktê, li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî jin dijê tundûtujî û terorê li ser piyanin. Rewşa niha ya li Îranê mînaka herî ber bi çav e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikrê azadiya jinan a dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ nîşanî hemû gelên cîhanê kir. Niha jî li tevahî cîhanê belav bûye, ji ber ku wateya jiyan û azadî bi hêz kiriye. Şehîd Nagîhan Akarsel her tim hewl da xebata jinan li Kurdistanê kom bike, şehîdxistina Nagîhan wê nebe sedema rawestandina têkoşînê. Em soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin, carek soz didin tolê ji hemû aqilê zilamsalarî ku Nagîhan Akarsel şehîd xistin, hilînîn.”
Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.