'Min perçeyên bedena hevjînê xwe ji erdê kom kirin'

'Min perçeyên bedena hevjînê xwe ji erdê kom kirin'

Dayîkên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftane ya Şemiyê de çîroka A. Rahman Avşar yê ku di sala 1994'an de li malê hate binçavkirin û piştre bi bombeyê hate perçekirin hate vegotin. Hevjîna Avşar diyar kir ku, wê bi destê xwe bedena hevjînê xwe ya perçekirî ji erdê kom kir û dê tu carî vê yekê ji bîr neke.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çarçoveya çalakiya Şemiyê de dîsa li ber Lîseya Cizîrê kom bûn û li aqûbeta windayan geriyan. Dayîkên Şemiyê ji bo winda bên dîtin, kujer bên darizandin û aqûbeta windayan bên ronîkirin li ber Lîseya Cizîrê kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Gelek xizmên windayan wêneyên xizmên xwe yên winda xistin destê xwe û dest bi çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê M. Nezîr Akengin û gelek welatiyên din jî amade bûn. Di çalakiya ku her hefteyê çîroka windayekî tê vegotin, vê hefteyê çîroka A. Rahman Avşar hate vegotin. Heznî Avşar çîroka hevjînê xwe A.Rahman Avşar vegot û wiha got: "Hevjînê min di sala 1994'a de serê sibê ji aliyê leşkeran ve li malê hate binçavkirin. Leşkeran gule li piyê hevjînê min dan û neheqî li min û zarokên min kir. Ez bi kuştinê tehdit kirim. Hevjînê min bi birîndarî ji malê binçavkirin û birin. Hevjînê min birin Şirnexê. Nêzî 40 rojan îşkence kirin."

'BI BOMBEYA DESTAN PERÇE KIRIN'

Hevjîna Avşar Heznî Avşar ani ziman ku, Serdar Cemal Temîzoz, bi destê Sercerdevan Kamil Atak û Hakîm Guven hevjînê min anîn Cizirê û li taxa Nurê avêtin bodrûmekê. Pişte bombe avêtin ser wî û ew perçe kirin. Min perçeyê hevjînê xwe ji erdê kom kir. Ez heta dawî dozdarim. Ez tu carî dest ji vê dozê bernadim. Dê rojekê teqez edalet cihê xwe bibine."

Çalakiyê bi rûniştina 5 deqîqeyan berdewa kir û bi dawî bû.