Milîsên YPS'ê li Amedê li saziyeke wezaretê xistin

Yekîneya bersivdanê ya YPS Jin a Şehîd Bêrîtan Çiya Nûrhak ragihand ku li Amedê li saziyeke wezaretê xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şeva 14'ê Tebaxê saet di 02:50'î de li taxa Peyas a Amedê li saziyeke wezaretê hate xistin ku li taxa xaniyên Afatê bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê şerê xwe yê li hemberî dewleta Tirk a kujerê sondxwarî ye, mezin bike û hate gotin, "Fîşeka destpêkê ya ku hevalê Egîd teqand dihat wateya, Kurdistan ne mêtingeh e. Weke gelê Kurd hevalê Egîd ji bo wan fîşeka destpêkê teqand, em ê vê fîşekê her roj di nava dijmin de biteqînin, hemû saziyên dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê biavêjin. Weke gel, jin û ciwanên Kurdistanê em ê heab ji kujeran bipirsin ku hewl didin şeref, rûmet û hêviya me ya jiyanê ji me bistînin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe ev dijminê dest bi xwîn wê di nava xwîna xwe de bifetise."