Mihrîcana Jinan a Zîlanê dê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî’ pêk bê

Mihrîcana Jinan a Zîlanê dê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî’ pêk bê

9’emîn Mihîrcana Jinê Kurd a Zîlanê dê di 29’ê hezîranê û 1’ê tîrmehê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” li Londonê ji aliyê Meclîsa Jinan a Roj ve bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a mihrîcanê, bang li hemû jinên Kurd ên jinên welatparêz û demokrat, gelê Kurd û hemû dostên wan kirin û beşdarî mihîrcanê bibin.

Mihrîcana Jinên Kurd a Zîlan her sal bi awayeke kevneşopî li Îngilîstanê tê lidarxistin û dê îsal jî bi dirûşima ‘Ji Öcalan re azadî, Ji Qîrkirina gelê Kurd re na!’ 9’emîn Mihîrcana Jinê Kurd a Zîlanê dê di 29’ê hezîranê û 1’ê tîrmehê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” li Londonê ji aliyê Meclîsa Jinan a Roj ve bê lidarxistin. Dê ji her çar aliyên Kurdistanê jin beşdarî mihrîcaê bibin. Her wiha Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Nunera Herêma Kurdistanê ya Brîtanyayê Beyan Samî Ebdulrehman jî beşdarî mihrîcanê bibin. Di rojên dawiyê yên mihrîcanê de hunermend Mehmet Akbaş, Zozan Zudem û hunermendên surprîz derbikevin ser dikê.

Jinên Kurd dê di mihrîcanê de balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dê daxwaza azadiya Ocalan bê kirin. Her wiha, dê operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP’ê ve tên meşandin jî bêne şermezarkirin.

Endama Meclîsa Roj Çîgdem Karaalîgolu der barê amadekariyên mihrîcanê de aghahî da û diyar kir ku jinên Kurd li her çar welatên mêtîngerên Kurdistanê bi awayeke du carî bi mêtîngerî û zextan re rû bi rû dimînin, armaca wan ew e ku li hemberî vê mêtîngeriya du alî têbikoşin. Karaalîoglu diyar kir ku ew ji bo mafê jinên Kurdistanî têdikoşin, li hemberî zilma li ser wan peywendiyên lobî û zextên demokratîk pêk bînin.

Karaalîoglû bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku dirûşima wan a îsa jî “Ji Öcalan re azadî, Ji Qîrkirina gelê Kurd re na!” ye û bang li hemû jinên Kurd, demokrat ên li Brîtanyayê dijîn, her wiha hemû Kurd û dostên wan kir ku beşdarî mihrîcanê bibin.

Bernameya Mihrîcanê:

29 pûşper:

Panel: “ Operasyonên Qirkirina Siyasî û Rola jinên Kurd di polîtîkayê de

Beşdar : Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak – Nunera Herêma Kurdistanê ya Brîtanyayê Bayan Sami Abdul Rahman.

cih: Kurdish Community Center (Haringey)

demjimêr: 18.00

30 Pûşper:

Roja Çandê

Çalakî: Folklor, muzîk, semah, xwarin û cihl û bergên herêmî

Konser: Agirê Jiyan

Cih. Kurdish Community Center (Haringey)

demjimêr: 14.00-18.00

1tîrmeh:

çalakî: konsera fînalê

Hunermend : Mehmet Akbaş, Zozan Zudem, Koma Sersi û hunermendên surprîz.

cih: Kurdish Community Center (Haringey)

axaftvan : Nunerên Saziyên Jinan..

demjimêr : 17.00