Meşa jinan a ber bi azadiyê ve didome
Meşa jinên ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin di roja şeşemîn de bi coş didome. Bi rengê jinan li bajarên Fransa daxwazên “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re azadî” li kolanan deng vedide.

Meşa jinan a di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE)’ê de bi armanca şermezarkirina 16. Salvegera Komploya Navneteweyî û bi daxwaza azadiya Ocalan a 4’ê Sibatê ji Bern ber bi Strasbougê destpê kirin di roja şeşemîn de bi coş didome. Jinên danê sibehê ji bajaroka Meyenheim dest bi etaba roja şeşemîn kirin bi dirûşman daxwazên azadiyê tînin ziman.
Jinên ji 4’ê Sibatê ve bi enerjiyeke ku naqede ber bi azadiyê ve gavan diavêjin, her roj bi biryardariyeke hê mezintir azadiyê qîr dikin. Jin li her qada têre derbas dibin bi al û posterên di destê xwe de dirûşman berz dikin.
Jinan heman rojê dosyateke ku daxwazên xwe têde diyar kirine ji Serokatiya Şaredariya Colmar re pêşkêş kirin. Li ser navê çalakiya azadiyê 3 jin, bi alîkarê şaredar re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de jinan têkildarî wate û girîngiya meşê agahî dan. Jinan bal kişandin ser wateya Ocalan a di serî de jinên Kurd ji bo tevayî jinan, û têkildarî pêşveçûnên li Kurdistan û Rojhilata Navîn axivîn û daxwaza piştgiriyê kirin. Alîkarê şaredar jî çalakiya jinan silav kir û anî ziman ku di demeke kurt de wê bikevin nav hewldanên piştgiriya ji bo gelê Kurdistanê.
Meşvan piştî 30 kîlometre meşiyan gihiştin navçeya Bennwîr a Fransa û etaba roja şeşemîn a meşê temam kirin.