Merve Demîrel ditirse ku tiştek bi serê wê were

Merve Demîrel a ku polîsên Tirk ew tacîz kiribûn, piştî ku Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk gef xwarin, got ew ditirse tiştek bi wê û malbata wê were kirin.

Merve Demîrel, beriya bi çend rojan dema ku dihate destgîrkirin polîsên Tirk ên bi fermana Erdogan ew tacîz kiribûn. Li ser bertekan Wezîrê Navxwe yê Tirk, ku gelek caran bi şêla serekê mafyayan tevdigere û gefan li her kesî dixwe, xwedî li tacîzê û polîsên tacîzkar derket û gef li wan kesan xwar ku li dijî tacîzê helwestê nîşan didin.

Merve Demîrel a ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, diyar kir, Emniyet malbata wê dixe hedefê û got, ''Ev rewş nayê qebûlkirin. Li vî welatî dema kesekî bi posê wezîrê navxwe van gefan bixwe, ev ê ji bo kesên aqilavêtî bibe wêrekiyeke mezin. Bi van gotinan rê li ber bûyerên kampax tê vekirin. Heke tiştekî ne baş bibe, wê çawa vê ragirin, hesabê vê bidin.''

Demîrel got, ''niha derdê min tenê ew e bê ka ji ber gotinên birayên min wê tiştek pê were yan na''.

Demîrel herî dawî wiha got, ''Halê hazir ez ditirsim ku tiştek bi min û malbata min bikin.''