Mêrekî dê û xwişka xwe kuşt

Li Stenbolê mêrê bi navê Ahmet Ozcan, dêya xwe Azîme û xwişka xwe Yasemîn Ozcan kuşt.

Azîme Ozcan û keça wê Yasemîn Ozcan li mala xwe ya li Taxa Atalar a navçeya Kartala Stenbolê mirî hatin dîtin. Hate diyarkirin her du jin bi kêran hatine kuştin. Cenazeyê jinan rakirin Saziya Tipa Edlî.

Ahmet Ozcan ê ku kurê Azîme Ozcan e hate destgîrkirin û ew birin Amîrtiya Buroya Asayîşê ya Kartalê. Ozcan li xwe mikur hat û diyar kir ku wî dê û xwişka di 23’ê Tebaxê de kuştiye û piştî du rojan hatiye kêr xistiye destê xwişka xwe.

Hate  diyarkirin ku kujer ji dêya xwe xwestiye ku daîreya ku tê de ne, bifiroşin.