Meclîsên Jinan: Rewabûna vê butçeyê nîne
Meclîsên Jinan: Rewabûna vê butçeyê nîne
Meclîsên Jinan: Rewabûna vê butçeyê nîne
Meclîsên Jinan ên BDP'ê, Butçeya 2014'an a li Meclîsê hat nirxandin weke "butçeya şer, talan û diziya kedê" bi nav kir û destnîşan kur rewabûna vê butçeyê ji bo wan nîne.
Meclîsên Jinan ên BDP'ê, der heqê Butçeya 2014'an a duh li Meclîsê hat erêkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclîsên Jinan bal kişand ser bûyer û rûdanên di dema nirxandina Butçeya 2014'an de û got, "Butçeya 2014'an di bin siya dîlgirtina 9 parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê, greva birçîbûnê ya li dijî vê dîlgirtinê, di bin siya nîqaşên nelirêtî, dizî, talankirina kedê, kêmasiya demokrasiyê, korbûna zayendî û bêkontroliyê hat qebûlkirin."
Meclîsên Jinan dan xuyakirin ku mîna butçeyên derbasbûyî Butçeya 2014'an jî butçeya şer, ewlekarî, mêtîngerî û talana kedê ye. Meclîsên Jinan gotin, "Ji ber vê yekê, ji aliyê karker, kedkar, jin û bindestan ve bi ti awayî ev butçe nayê qebûlkirin û rewabûna wê nîne. Weke Meclîsên Jinan ên BDP'ê, butçeya 2014'an xwe dispêre talana kedê, sîstemek antî demokratîk, bê kontrol û zayendîperestiyê, ji aliyê me ve ti rewabûna wê nîne."