Meclîsên Jinan a HDP’ê: Tevlî danişîna Yuksekdag bibin

Meclîsên Jinan a HDP’ê, banga tevlîbûnê li danişîna Fîgen Yuksekdag a ku wê sibe pêk bê bibin.

Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag wê sibê li Enqereyê pêk bê. Beriya sibê danişîn pêk bê, Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek navendan daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de bang li her kesî kirin ku tevlî danişînê bibin.

EDENE

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê têkildarî danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag a ku sibê li Enqereyê pêk bê, li pêş avahiya HDP'ê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan, azadiya wan, jiyana wan û hebûna wan a di qada cemaweriyê berdewam dike û wiha got: "Jin bi hevre têdikoşin û li ber xwe didin. Em bang li hemû jinan dikin ku tev li danişîna Yuksekdag a sibê li Enqereyê bê dîtin bibin."

SÊRT

Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê jî beriya danişîna Figen Yuksekdag bê dîtin li avahiya HDP'ê ya Sêrtê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Siddik Taş, Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Serdar Batur û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Beriya daxuyaniyê gelek polîs kom bûn û li ser komê Kameraya Drone firandin. Li vir parlamentera HDP'e ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016’an heta niha girtî ne û wiha got: "2 hevserok ji heman dosyayê cara duyemîn tên girtin. Di hiqûqê de cihê vê yekê tune ye. Kesek ji heman dosyayê 2 caran nikare bê girtin. Îhtîmala ku sibê Fîgen Yuksekdag di danişînê de bê berdan ev biryar dane." Beştaş, anî ziman ku ji bo piştevaniyê wê sibê li Enqereyê beşdarî danişînê bibin û xwest her kes beşdarî danişînê bibe.

STENBOL

Meclîsên Jinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbol û Îzmîrê ji bo rûniştina Figen Yuksekdag û rûniştinên Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel ku di 16'ê Cotmehê de ew ê pêk bê civîna çapemeniyê li dar xistin û banga beşdarbûnê kirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'a Stenbolê Aysun Çeper da.

ÎZMÎR

Daxuyaniya ku li Îzmîrê hat kirin jî Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur kir. Besriye got:"Fêl bi destên darazê pêk hatiye. Ji ber têkoşîna azadiya ji bo jinê îktidar hêrs dibe. Ji bo destkeftiyên jinan bi dawî bibe Em ê li dijî nebaşiyê rêxistinbûyina xwe bidomînin."

ÊLIH

Meclîsa Jinan a HDP'ê li Êlihê jî li pêş avahiya HDP'ê ya bajar daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demir, Wekîlê Hevserokên HDP'ê Gucemal Erdinç, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Aktîvîstên TJA û gelek kesên din amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Baraşan, diyar kir uk Demirtaş û Yuksekdag wekî kesên dîlgirtî tên darizandin û wiha got: "Tu hevî û bendewariyên me ji Komîsyona AKP'ê ya hikûkê tune ye. Em wekîhêzên demokrasiyê wê tekoşîna demokrasiyê berdewam bikin. Em ê li siyaseta jinan û jinên siyasetê xwedî derkevin. Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadi" bi dawî bû.

DÊRSÎM

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dersîmê jî têkildarî danişîna doza Yuksekdag daxuyanî da. Meclîsê diyar kir ku ewê doza Figen a mafdar li her qadê belav bikin qadên tekoşînê.

RIHA

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê jî bi heman armancê li pêş avahiya HDP'ê ya Rihayê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Adile Oncel, diyar kir ku bi girtina jinan peyamê dide jinên Kurd û ew ê tevî her tiştî têkoşîna xwe ya mafdar mezin bikin.

CEYHAN

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jî daxuyanî da û banga tevlîbûna danişîna dozê ya Fîgen Yuksekdag kir.

MÊRSÎN

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî li pêş avahiya HDP'êya Mêrsînê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zelal Onen, bang li her kesî kir ku sibê tevlî danişîna Yuksekdag bibin.

HATAY

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Hatayê jî bi heman armancê li pêş avahiya HDP'ê ya Hatayê daxuyanî da û xwest her kes beşdarî danişînê bibin.