Meclîsa Jinê ya Pinar ava bû
Komîsyona Jinê ya Solothurnê yekemîn kongreya xwe lidar xist û Meclîsa Jinê ya Pinar ava kir.
Komîsyona Jinê ya Solothurnê yekemîn kongreya xwe lidar xist û Meclîsa Jinê ya Pinar ava kir.
Komîsyona Jinê ya Solothurnê yekemîn kongreya xwe lidar xist û Meclîsa Jinê ya Pinar ava kir.
Jinên li bajarê Swîsre Solothurnê, ku xebatên xwe ev demeke dirêj e bi şêweyê komîsyonê dimeşînin, kongreya xwey a yekemîn lidar xistin û avabûna Meclîsa Jinê ya Pinar ragihandin. Kongre bi beşdariya hejmareke zêde jinan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothurnê pêk hat. Li dû nirxandinên siyasî, biryar hat dayîn ku jin di bin sîwanê meclîsê de xebatên xwe bimeşînin.
Xebatên Meclîsa Jinê ya Pinar wê bi 5 komîsyonên ji Perwerde, Rêxistinbûyîn, Zarok, Têkiliyên Derve û Çandê bên meşandin.