Meclîsa Jinê ya BDP'ê giliyê nivîsa rojnameya Aydinlikê dike
Meclîsa Jinê ya BDP'ê giliyê nivîsa rojnameya Aydinlikê dike
Meclîsa Jinê ya BDP'ê giliyê nivîsa rojnameya Aydinlikê dike
Meclîsa Jinê ya BDP'ê ji ber gotinên "nîjadperest, zayendperest û biçûkxistinê" yên li dijî Kurdan, giliyê nivîskarê Aydinlikê Mûstafa Mûtlû kir.
Meclîsa Jinê ya BDP'ê, der heqê nivîskarê rojnameya Aydinlikê Mûstafa Mûtlû de ji ber gotinên wî yên digot,"Bi satalîtên ji bo nûçeyên Kurdî wergirtin re li porno temaşe kirin, ji rê derketine" doz vekir.
Meclîsa Jinê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku di hevpeyvîna 14'ê Cotmeha 2013'an de Mûtlû li dijî gelê Kurd gotinên nîjadperest, zayenperest û biçûkxistinê bikar aniye û destnîşan kir ku ew ji ber gunehê "rê li ber kîn û nefreta gel vekiriye û heqaret kiriye" dozê vedikin.