Meclisa Jinê ya Bajar a Nisêbînê konferansa xwe pêk anî
Meclisa Jinê ya Bajar a Nisêbînê konferansa xwe pêk anî
Meclisa Jinê ya Bajar a Nisêbînê konferansa xwe pêk anî
Meclisa Jinê ya Bajar a Nisêbînê, 1'emîn Konferansa xwe ya Meclisa Jinê ya Asayî pêk anîn. Konferans diyarî 3 jinên Kurd ên Parîsê hatin qetilkirin kirin. Piştî konferansê meclisa jinê ya ji 21 kesan pêk dihat hat hilbijartin.
Meclisa Jinê ya Bajar a Nisêbînê, 1'emîn Konferansa xwe ya Meclisa Jinê ya Asayî li salona Konferansê ya Mûsa Anter a Navenda Çanda Mîtannî ya Şaredariya Nibêbînê pêk anî. Di Konferansê de Hevseroka BDP'ê ya Mêrdînê Adule Aksoy û endamên Meclisa Jinê ya BDP'a Mêrdînê, rêveberên jin ên BDP'ê, Hevseroka BDP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algat û endamên meclisa jinê endamên meclisa jinê yên Qoser, Dêrik, Nisêbîn, înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Cîgira Şaredarê Qoserê Leyla Salman, Berdevka HDK'ê ya Mêrdînê Elif Yilmaz, endamên meclisa Navendên Jinê ya Gulşilav, Nuda û Pelşinê, Xebatkarên Navenda Çanda Mîtannî û Kooperatifa Jinê ya Nisêbînê, nûnerên DOKH'ê, MEYADER û KURDİ-DER'ê û bi sedan jin amade bûn.
Di ketina Navenda Çandê ya Mitannî de alên DOKH'ê û alên kesk, sor û zer hatin vekirin. Dîsa wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez hatin vekirin. Jinan di konferansê de pankartên "Sê jinên azad em we tu car jibîr nakin" û "Jina ku afirênera dîrokê ye, wê bibe misogeriye aştiyê û azadiya Rêber Apo" vekirin. Li salonê jî pankartên "Em te ji bîr nakin Sema Yuce" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gêrîlaya PKK'ê Sema Yuce û 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakine Cansız, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan û jinên gêrîla di demên cuda de li cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin.
'3 JINÊN KURD JI BO AZADIYA ME CANÊ XWE FEDA KIRIN'
Konferansê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axaftin kir û wiha got: "Em vê konferansê diyarî 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan dikin. 3 jinên Kurd ji bo azadiya me tekoşiyan û canê xwe feda kirin. Îro 17'ê Hezîranê ye û salvegera şehadeta Sema Yuce ye. Ez di şexsê wan de hemû hevalên wan ên têkoşînê silav dikim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Jinan li dijî neheqiya eşîret, dewletê têkoşiya. Berê yek bi yek tev li têkoşînê dibûn. Niha jî konferansa jinê pêk tînin. 1'emîn Konferansa Jinê bi bo em deynê xwe bidin gavek e. Li Nisêbinê bi sedan kujerên nediyar û winda çêbûn. Bi sedan jin hevserê wan hatin revandin û windakirin. Bi sedan zarok sêwî man. Li hemû gundên nisêbînê êş pêk hatin. Lê sedsala 21'an dê bibe sedsala azadiya jinê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dibêje heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Ev bi serê xwe dîrok e. Tu rêber di hucreyê de nikarin stratejiyek wisa peş bixin û azadiya jinê têxe rojeva civanê."
Gokkan anî ziman ku, 3 jinên Kurd ên dîroka têkoşîna Kurd nivîsandin hatin qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li cihekî wekî Fransayê 3 jin hatin qetilkirin. Heta ku qatilên Sakine, Leyla û Fidan bên dîtin em dê qet Fransa efo nekin."
Pişti axaftinê sînevîzyona ku jiyana 3 jinên Kurd vedibêje hat pêşandan. Girseyê di civînê de bê navber siloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qîr kir. Piştî sînevîzyon û axaftinan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê hatibû şandin hat xwendin. Piştre meclisa Jinê ya ji 21 kesan pêk tê hat hilbijartin. Piştî konferansê jinan bi def û zirneyan govend gerand û konferans bi dawî kirin.