Meclîsa Jinan: Sosyalîstan berdin

Meclîsa Jinan a HDP’ê xwest ku xebatkarên ETHA, ESP, SKM û SGDF’ê yên ku hatine desteserkirin werin berdan.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser desteserkirina yek jê nûçegihan 22 endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîstan a Bindest (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwan ên Sosyalîst (SGDF) daxuyanî da.

Meclîsê desteserkirina 22 kesan şermezar kir û diyar kir ku ew rejîma Rewşa Awarte qebûl nakin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi bîr xist ku duh bi ser Endama mala endama Koordînasyona Jinan a HDP’ê Nadiye Gurbuz girtine û hevalên wan Semîha Şahîn û Pinar Gayip hatine binçavkirin û got estûrê didine mîtîngê lê mudaheleyî muzîk, gotin û pankartê dikin û diyar kir ku ew ê li dijî vê hişmendiyê têbikoşin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê herî dawî ji bo 1’ê Gulanê bang kir ku her kes bi coşiyekê xwe berde qadan, hemû astengan derbas bikin û 1’ê Gulanê pîroz bikin.