Meclisa Jinan BDP’ê: Deqeyeke me ya ku em wenda bikin nîne

Meclisa Jinan BDP’ê: Deqeyeke me ya ku em wenda bikin nîne

Meclîsa Jinan a BDP’ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku dehhezar girtiyên kurd tê de ne û diyar kirk u her ku diçe ber bi mirinê ve diçin. Meclisê bang li rêxistinên jinan û aliyên femînîst kir ku ji bo pêşî li mirinan bê girtin têkoşîna xwe bilindtir bikin. Meclisa Jinan a BDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku gireva ku ketiye roja 56’an de her diçe berbi mirinê ve dibe.

Meclisa Jinan bertek nîşanê gotinên Erdogan yên der barê grevê de da û got hikûmet AKP’ê bi her cureyê rêbaza manîpuleyê raya giştî dixapîne.

Meclisa Jinan ya ku xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin, bang li rêxistinên jinan û aliyên femînîst kir ku têkoşîna xwe ya ji bo pêşî li mirinan bigire zêde kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Herî zêde jin di şer de êşê dikişîne. Ji ber ku herî zêde em bedelê didin bi baweriya ku dê jin pêşî li mirinan bigire û ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, mafên parastina bi zimanê dayikê û perwerdehiyê bê dayîn, em li qadanê û em dê li qadan bin.

Dibe ku sibe ji bo pêşî li mirinan bê girtin dereng be. Em wekî meclisa BDP’ê bang li hemû saziyên jinan, femînîst, akîtîvîstên jinan, rêxistinên jinan dikin ku divê bi hestiyar tevbigerin û divê piştevanî û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”