Meclîsa Jinan a Sûriye şideta li ser jinan protesto kir

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê şideta li ser jinan a di demê pandemiya Koronayê de zêde bûye, protesto kir û got: “Em xwedî li hev derkevin.”

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê têkildarî şideta li ser jinan a di demê pandemiyê de zêde bûye li Parka Xwendinê ya Qamişlo daxuyaniyek da.

Endam û Rêveberên Meclîsa Jinan a Sûriyeyê tevlî daxuyaniyê bûn.

Meclîsê di demê pandemiyê de bal kişand ser şideta li ser jinan a ji aliyê mêran ve tê kirin û got: “Em Meclîsa Jinan a Sûriyeyê şideta li ser jinan şemezar dikin.”

Daxuyanî ji aliyê endam Koordînasyona Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Lîna Berekat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pêvajoya karantîna û qedexeyan re şideta li ser jinê zêdetir bûye û ev hate gotin: “Li hemû cîhanê şideta li ser jinê zêdetir bûye. Li cîhanê her çendî destkeftiyên jinan heta cihekî hatibe danîn jî, aliyên paşverû yên mêr xwe dîsan dubare dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel belavbûan vîrûsê cihê herî zêde şidet lê tê kirin nava malê ye û got: “Li gorî çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî herî zêde şidet li ser jinan tê kirin. Herî zêde şidet di vê demê de tê kirin. Şideta li ser jinê rewşekî bê exlaqî û der mirovî ye. Yek ji sedemê herî diyar şideta li ser jinê ye ku jinê ber bi întixarê ve dibe.”

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê di dawî de diyar kir ku divê di vê demê de xwedî li hev derkevin.