Li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna jinên Kurd û Asûrî, pêr yekemîn civîna damezrandina Meclîsa Jinê hat li darxistin.
Piştî, Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê û Dêrikê, bajarê şeşemîn ku Meclîsa Jina Kurd lê hat avakirin, Qamişlo ye.Li Qamişlo bi tevlîbûna 312 delegeyan, civîna yekemîn a damezrandina meclîsa jinê hat lidarxistin..
Tevî delegeyên Kurd, jinên Asûrî û Suryanî jî tevlî civînê bûn. Endama kordînasyona rêxistina Yekîtiya Starê Ezîme Çirav axaftinek kir û got; “Ji ber siyasetên rêjîma Baasî yên şovenîst, bi giştî jinên Sûriyeyî û bi taybetî jina Kurd, ji hemû mafên xwe yên xwezayî bê par hatibûn hiştin.”
Ezîme Çirav destnîşan kir ku jina Kurd li rojavayê Kurdistanê li ser şopa bi hezaran cangoriyên azadiyê yên jin, bûye hîmê avakirina rêveberiya xweser..
Nûnera Partiya Yekîtiya Suryaniyan Îzes Koriyê jî, avakirina meclîsa jina Kurd li bajarê Qamişlo weke gaveke dîrokî bi nav kir û ji bo afirandina civakeke azad û wekhev, bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê ya hevpar.