Meclîsa Jinan a HDP’ê: Koalîsyona şer a AKP û MHP’ê wê têk biçe

Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got ku, “Em ê bi têkoşîna azadiyê ya jinan bersiveke xurt bidin koalîsyona şer a AKP û MHP’ê.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da operasyonên qirkirina siyasî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Koalîsyona şer a AKP û MHP’ê di 9’ê Cotmehê de li 9 bajaran li dijî partî û pêkhateyên me êrîşek dan da destpêkirin. Di van operasyonan de 151 siyasetmedar, çalakger û nûçegîhan, deriyên malên wan hatine şikandin û hatine destgîrkirin. Endamên me yên Meclîsa Partiyê û çalakgerên TJA’yê jî di nav de bi dehan rêhevalên me yên jin hatine destgîrkirin û ev hejmar zêde dibe. Bi vê operasyonê re diyar dibe ku koalîsyona şer a AKP û MHP’ê li hemberî deskeftiyên jinan tehamul nake.

Em ê li hemberî van êrîşên AKP û MHP’ê stûyê xwe xwar nekin. Em ê van êrîşên li ser siyasetmedarên jin tu carî qebûl nekin û em ê bi têkoşîna azadiya jinan a xurt bersivê bidin van êrîşan.”