Meclîsa Jinan a HDP'ê kampanyaya ''Ji bo jinan dad'' da destpêkirin

Meclîsa Jinan a HDP'ê kampanyaya ''Ji bo jinan dad'' da destpêkirin. Berdevka Meclîsê Ayşe Acara Başaran ji tecrîda Imraliyê heta bi qirkirina jinan bang kir ku li hemû qadan têkoşîn were geşkirin.


Mecîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bernameya jinê ya kampanyaya ''Ji bo her kesî dad'' aşkere bike li Parka Kuglu daxuyanî da. Di çalakiyê de jinan maskeyên bi nivîsa ''Ji bo jinan dad'' dane ber rûyê xwe û bi dirûşmeyan goitn,''Jin jiyan azadî''.

Polîsan nehiştin girseya çalakger ku gelek parlamenterên jin jî hazir bûn biçin Parka Kugulu, dora wekîlan hate pêçan. Polîsan endamên Meclîsa Jinan ji qadê dûr xist, nehişt ku çapemenî dîmenan bigire. Piştî hevdîtinan tenê parlamenterek kete parkê.

Wekîlên jin ên HDP'ê ku li parkê gihaştin hev, di nav dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Berdevak Meclîsê Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başran li vir axivî.

Başaran diyar kir wan ji bo jinan kampanyaya dane estpêkirin û got, ''Em tim bibêjin ji bo jinan dad.''

Piştî daxuyaniya li parkê wekîl derbasî Navenda Giştî ya HDP'ê bûn û li navendê daxuyaniyek hate dayin.

Başaran derheqê kampanyayê axivî û got, ''Bi çarçoweya kampanyayê em Meclîsa Jinan li gel rêxistiniyên xwe yên jin li dijî polîtîkayên zayendîparêz, milîtarîst, dijminatiya li dijin dibêjin, 'ji bo jinan dad.'' Desthilatdarî dixwaze bi êrîşên dijminane beşê berxwedêr û dînamîk ê civakê jinan bêdeng bike, dema ku di mêzîna dadê de mijar jin be her cure nêzîkatiya tehekkûmî dixe eynî mêzînê. Em îro careke dî ne dada ji bo mêr tenê, ji bo ku bibêjin, ji jinan re dad li vir in.''

Başaran bi berdewamî got desthilata AKP-MHP'ê ji kaos û tundiyê dixwe, polîtîkayên şer, faşîzmê Yên desthilata Tirk bi bîr xist, got tê xwestin li ser civakê tecrîd were danîn û domand, ''Li dijî tecrîda li ser civakê û nedadiyê îro helwesta herî mezin ji girtîgehan tê. Girtiyên siyasî yên li girtîgehan di serî de ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêzdar Abdullah Ocalan û ji bo bdawîbûna binpêkirina mafan a li girtîgehan bûye êşkence, ev 76 roj in di grêva birçîbûnê de ne.''

Başaran her wiha got tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ''Bêdadî tecrîd e, tecrîd îro bûye navê şer, tundiya li ser jinê, birçîbûnê, bêkarbûnê.''

Başaran girtina siyasetmedarên jin ên Kurd Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Şevîn Alaca bibîr xist û got, ''Li dijî siyaseta mêr jinên ku wekheviya zayendiya civakî diparêzin û têkoşîna vê didin, dibine hedefa tifaqa AKP-MHP'ê. Hevalên me yên jin ên ku hatine hilbijartin ji bo ku siyasetê dikin, ji bo ku têkoşîna azadiya jinê didin, lil dadgehan ji bo ew didarizînin rehîn têne girtin.''

Başaran bi domdarî diyar kir, di serdema desthilatdariya AKP'ê de 7 hezar û 600 jin hatine qetilkirin, tundî li ser hezaran jinî hatiye kirin, avahiyên edliyê bûne cihên fihilkirina mêrên sûcdar û got, ''Ji bo em destkeftina xwe ya mezin Peyma Stenbolê biparêzin, dibÊjin, ''bes e ji qirkirina jinê re, ji bo jinan dad.''

Pergala hevserokatiyê ku di hemû qadên jiyanê de wekheviyê diparêze ji aliyê îktîdarê ve hedef tê girtin. Pergala hevserokatiyê li cîhanê pergaleke bi mînak e, lê li welatê me wek sûc tê dîtin û dibe sedema darizandinan. Di encama têkoşîna salan de jinan li hemberî feraseta rêveberina tehekumkar a mêran serkeftina pergala hevserokatiyê bi destxistin û di rêvebiriyên herêmî de xistin meriyetê. Lê qeyûm tayînî ser îradeya gel kirin, bajarên me veguherandin bajarên mêran, saziyên ku li hemberî tundiya li ser jinan têdikoşin û stargehên jian girtin û xwestin hemû mekanîzmayên ku jin xwe dispêrinê ji holê rakin. Ji ber vê yekê em li dijî qeyûman dibêjin; “Ji bo jinên ku pergala hevserokatiyê diparêzin edalet’! 
 
Başaran bi domdarî wiha got: 

''Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û zayendparêz mêranî pîroz tê nîşandan, mêr ji ber pêkanînên îktîdarê ya ‘xelata ceza nebirînê’ bêtir wêrek tevdigerin û tundiyê li jinan dikin. Dema jin rastî tundiyê tên serî li saziyê dewletê didin, lê jinan paşve dişînin malê û li stargehan bi cih nakin. Ji ber ku ji bo jinên ku bi tundiya mêran re rûbirû dimînin cihê serlêdanê û ewle namîne jin neçar dimînin ku parastina xwe ya rewa pêk bînin. Jin rastî her cure tundiya mêran tên, ji ber ku jiyana xwe diparêzin li dadgehan ango li cihê ku daraza mêran ji her alî ve xwe nîşan dide, bi bêedaletiyê re rûbirû dimînin. Gelek caran ceza li mêrên ku tundiyê li jinan dikin nayê birîn, bi qanûna înfazê serbest tên berdan û ji ber ku jin parastina xwe ya rewa pêk tînin cezayên giran li wan tê birîn. Em li dijî tundiya mêran dibêjin; “Ji bo jinên parastina rewa dikin edalet’!''