Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em jinan vedixwînin Pirsûsê

Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em jinan vedixwînin Pirsûsê

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li dijî Jinan daxuyaniyek da û got: “Em weke Meclîsa Jinan a HDP’ê em ê tevlî çalakiyên jinan ên 22-23’yê Mijdarê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, xurtkirina Meşa Şeva Feminîst a 25’ê Mijdarê bibin. Em ê her tim li dijî şer piştevaniya xwe ya ji bo aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê xurt bikin. Her wiha em hemû jinan vedixwînin ku tevlî çalakiyên ku wê roja 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Jin rê nadin DAIŞ’ê” wê li Pirsûsê bê lidarxistin” bibin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Têkoşîna li Hember Şîdeta li dijî Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û banga xurtkirina têkoşîna li dijî vê tundiya li ser jinan tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi taybet bi şerê li Kobanê re û tundiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê re, tundiya li ser jinan du qat zêde bûye û da zanîn ku li her qadên jiyanê li dijî jinan tundî heye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tenê meha 10 a 2014'an li Tirkiyeyê 207 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin.

Di berdewama daxunayê de hate diyarkirin ku di serî de destdirêjiya zayendî bigire, DAIŞ’ê li hemberî jinan li Rojhilata Navîn hemû cure tundî pêk anî, li hin cihan jin tên firotin, li hin cihan tên sunnetkirin û ev rewş li Tirkiyeyê bi şêweyekî din berdewam dike.

Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku ev pêkanînên DAIŞ’ê bi awayekî lez berfireh dibin û got: “Mînak ‘serjêkirin’ bi awayekî berfireh belav dibe, ev yek bûye rêbazeke tundiyê ya ku zilam li dijî jinan pêk tîne. Li gel van hemûyan, çend roj ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şiseta li Dijî Jinan, hevala me ya ciwan Kader Ortakkaya li ser sînorê Kobanê di çalakiya nobetê de di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin.  Ji ber ku ji 44 kesên ku biryar dabûn biçin tevlî berxwedana Kobanê bibin tenê Kader jin bû” û bal kişand ser desteka hikûmeta AKP’ê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê.

Meclîsa Jinan a HDP’ê bal kişand ser zêdebûna tundiyê yên li dijî jinan ku di serdema desthilatiya hikûmeta AKP’ê de her ku diçe zêde dibe û diyar kir ku bi taybet li Kurdistanê dewleta Tirk li dijî jinan û bi taybet jî jinên şoreşger destdirêjiya zayendî weke rêbazeke ya îşkenceyê bi kar aniye. Meclîsa Jinan got, "Em careke din weke Meclîsa Jinan a HDP’ê  aşkere dikin, deng didin! Em li hemû qadên jiyanê hene, wê jin hebin! Li dibistanê, li kar, li plaza, li şantiye, li zeviyan, li eniyê û li her derê!”

Meclîsa Jinan a HDP’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Em weke Meclîsa Jinan a HDP’ê em ê tevlî çalakiyên jinan ên 22-23’yê Mijdarê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, xurtkirina Meşa Şeva Feminîst a 25’ê Mijdarê bibin. Em ê  her tim li dijî şer piştevaniya xwe ya ji bo aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê xurt bikin. Her wiha em hemû jinan vedixwînin ku tevlî çalakiyên ku wê roja 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Jin rê nadin DAIŞ’ê” wê li Pirsûsê bê lidarxistin.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku ew li gel jinên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ên kujer, tecawizkar û dijminê jinan cih digirin û got: “Ji bo em careke din nîşanî hemû cîhanê bidin ku piştevaniya jinan ti sînoran nas nake, em ê bi dirûşma, ‘Piştevaniya Jinan Sînoran Derbas dike’ roja 25’ê Mijdarê li Pirsûsê bin û em ê berxwedanê mezin bikin!

Di heman demê de, li gel vê, em ê tevlî civîna Koma Meclîsê ya HDP’ê ya ku her sal di hefteya 25’ê Mijdarê de bi beşdariya jinan pêk tên, bibin. Em ê tevî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag  bi beşdariya jinên ji beş û komên cuda, civîneke bi rojeva “tundiya zilam a li dijî jinê” ya komê li dar bixin!

Em weke Meclîsa Jinan a HDP’ê em bang li hemû jinan dikin ku li her cihê ku lê ne, li dijî tundiya zilaman a li ser jinan dengê xwe bilind bikin û em hemû jinên li dijî tundiya zilaman li ber xwe didin û bi tundiyê re rû bi rû mane, di  şexsê Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya de bibîr tînin.”