Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê bersivê bidin zêdegaviya Soylû!

Meclîsa Jinan a HDP'ê bal kişande ser gefên Suleyman Soylû ya li parlamenterên jin û got, "Em jin bêdeng namînin, natirsin."

Meclîsa Jinan a HDP'ê li ser gefên Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ên li parlamenterên jin, ya li civîna Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclîsê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dema civîna Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclîsê, bûdçeya Wezareta Karên Hundir dihate axaftin, Parlamentera me ya Mêrdînê Ebrû Gunay ji Suleyman Soylû re got, 'Berpirsê tecrîda li Imraliyê ev desthilat e' û pirs kir, bê ka fermana destgîrkirin û girtina parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven daye yan na. Her wiha rastiya 'dagirkirina' Efrînê ya ji hêla artêşa Tirk û çeteyên OSO'yê ve, li hêwana ku bi navê Wezaretê bi 300 kesî dagir kirî, di rûyê Soylû de gotiye.

Lê Soylû, li şûna ku bersivê bide van pirsên parlamentera me ya ku peywira xwe ya destûrê bi cih tîne, bi gotinên, ''tu provakator î. Tu yê ya xwe bibînî..'' gef lê xwariye û tiliya xwe lê hejandiye."

'EM NATIRSIN'

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, "Em Suleyman Soylû bi alîgiriya wî ya şer, ku şeva 7'ê Hezîranê, dema di hilbijartinê de têk çûbûn, gotibû, 'êdî hûn ê fîlmê pêvajoya çareseriyê bigirin' nas dikin.

Em wî ji bêhedbûna wî ya ku gef li Hevseroka me Pervîn Buldan xwarî nas dikin, ku bi gotina 'guh nedin qanûn û rêgezan' ji helwesta wî ya guh nade hiqûqê.

Hişmendiya ku Suleyman Soylû îro temsîla wê dike, her wiha ew hişmendiye ku deme beriya niha Hevserokên me, parlamenterên me, Parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven di girtîgehê de rehîn digire. Suleyman Soylû tiliya xwe bihejîne jî, bi bêhedbûna xwe gefan bixwe û bi vê bixwaze vê rastiyê biçewisîne jî ev rastî wê neguhere."

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin, "Parlamentera me ya Mêrdînê Ebru Gunay ku Suleyman Soylû bi gotina, 'Tu yê xwe bibînî' gef lê xwarî, ne bi tenê ye, bi milyonan jin in. Em jin bêdeng namînin, natirsin.

Deynê li ser stûyê me ye ku em bi geşkirina têkoşîna azadiya jinê û bi geşkirina hevgirtinê bersivê bidin vê zêdegaviyê."