Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya xwe ya çalakiyê eşkere kir

Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya pêngava ‘Destpêkê Edalet’ a ji aliyê HDP’ê ve hatî destpêkirin de, ragihand ku wê rêze çalakî û aktivîteyên cihê lidar bixin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), kampanya xwe ya ‘Destpêkê Edalet’ li Parqa Kûgûlû ya Enqereyê bi daxuyaniyekê ragihand. Piştî vê daxuyaniyê hûrguliyên bernameya jinan a kampanya ‘Destpêkê Edalet’ jî diyar bûn. Di çarçoveya kampanyayê de wê rêze çalakî bên lidarxistin. 

Bernameya çalakiyan wiha ye:

“ Di navbera 10-17’ê Sibatê de têkildarî lêgerîna tazî, binpêkirinên mafan ên li girtÎgehan, pêkanînên li dijî jinên ku serî li parastina rewa didin çalakiyên zîncîrî û parqan bên lidarxistin. 

Di navbera 15-20’ê Sibatê de bi awayekî navendî li 4 cihên diyarkirî ji bo çalakiya greva birçîbûnê, tecrîd û rewşa jinên girtî panel bên lidarxsitin. 

Di 19’ê Sibatê de bi beşdariya parlamenterên jin ên HDP’ê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û rêxistin û saziyên din ên jinan li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê têkildarî pêkanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî bê dayîn. 

Di 23’ê Sibatê de parlamenterên jin ên HDP’ê û Meclisa Jinan a HDP’ê ya Anatoliya Navîn wê li ber Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê, ji bo “Pêşîgirtina Qirkirina Jinan” daxuyanî bidin. “

Her wiha di bernameyê de hat diyarkirin ku wê li Amed, Enqere û Stenbolê jî bernameyên hevdîtinên bi saziyên jinan re jî bên lidarxistin û hevdîtina li Stenbolê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan pêk bê.