Meclîsa Jinan a Demokratîk a Kurdan a li Qibrisê duwemîn kongreya xwe ya asayî li paytext Lîmasolê bi beşdariya bi sedan jinan li dar xist.
Kongre li Navenda Çandê ya Kurdan a Teofîlosê hat lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan Fatma Temel axivî û diyar kir ku ji ber pêvajoya nû berpirsyartiyên wan jî zêde bûne û got ku ew ê ji bo pêkhatina çareseriyeke bi rûmet û demokratîk her tişa ji destê wan tên bikin. Temel bal kişand ku peywira pêşî ya jinên Kurd azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Di kongreyê de posterên Zeynep Kinaci (Zîlan) hat daliqandin û ji 40 delegeyan meclîsek 15 kesî hat hilbijartin.
Kongre bi dirûşima ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.