Meclîsa Jinan a DBP’ê: Em ê 8’ê Adarê agirê azadiyê vêxin

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku wê di 8’ê Adarê de agirê azadî, wekhevî û demokrasiyê vêxin.

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li buroya şêwirmendiyê ya partiyê ya li Amedê daxuyaniyê dide. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Jinan a Rosayê, Dayikên Aştiyê, endamên Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tevlî daxuyaniyê bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di daxuyaniyê de axivî Bahçecî, got ku dê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” û “Bi jiyan, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” li qadan bin.

Bahçecî di daxuyaniyê de wiha got: “Em Meclîsa Jinan a DBP’ê, em ê bi şîara ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ û ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve’ di 8’ê Adarê de li qadan bin. Li ser vî esasî em hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê ya jinan de jiyana xwe ji dest dane, bi hesret û rêzdarî bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîna wan bin.

Di serî de li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û li her dera dinyayê li ser esasê polîtîkayên qirkirina jinan tundî, çanda tecawizê û polîtîkayên şerê taybet zêde dibe. Em ê li hemberî tundî, çanda tecawizê û polîtîkayên şerê taybet têbikoşin û ji bo parastina azadiya xwe ya ku sedema me ya jiyanê ye, em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Em jin, em ê xwe bi rêxistin bikin, dengê xwe bigihînin her derê, azadî û têkoşîna xwe geş bikin û em ê jiyaneke di rengê jinan de ava bikin.

Jinên hêja; her roj li mal, kolan, kargeh û girtîgehan li dijî hebûna me êriş tên kirin û mafên me tên desteserkirin. Li pişt van êrişan pergala mêr û dewletê heye û em dizanin ku ev pergal ji îradeya jinan ditirse. Li hemberî hêza jinan a ku dikare biguherîne, veguherîne û qanih bike, polîtîkayên şerê taybet tê kirin. Herî dawîn li Tirkiyeyê di nava 24 saetan de 8 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe hatin qetilkirin. Ev jî diyar dike ku qetilkirina jinan ne dûrî van polîtîkayan e. Jinan bi têkoşîna xwe Peymana Stenbolê bi dest xistibûn, lê dema desthilatdarî di şevekê de ji vê peymanê vekişiya, ev tişt bû sedem ku pêşiya qetlîaman vebe û kujer cesaretê bistînin. Ji ber vê jî li hemberî kesên ku ji Peymana Stenbolê vekişiyan em ê têbikoşin, em ê mafê xwe yê hatiye desteserkirin dîsa bi dest bixin û em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.

Ev desthilatdarî qetlîamên li ser jinan, mirin û kuştinên bi guman ên jinan bi polîtîkaya cezanedayînê xelat dike. Em vê desthilatdariyê gelekî baş nas dikin. Em jin em ê vê pergala ku tundiyê ava dike, xurt dike û tundiyê mezin dike, biguherînin. Em ê bipirsin ku ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ Ji bo mirina bi guman a Rojwelat were ronîkirin em ê têbikoşin û ji ber ku kujerên Îpek Er bi serbestî digerin û bi zirxa cezanedayînê tên parastin, em jin em ê serî hildin.

Bêguman, nabe ku mirov polîtîkayên qirkirina jinan ji modernîteya kapîtalîst cihê binirxîne. Modernîteya kapîtalîst heke bibêje ‘Berê li jinan bixin’ em jinên ku em çavkaniya xwe ji paradîgmaya modernîteya demokratîk digirin jî ‘Em ê berê jinan rizgar bikin.’ Em Meclîsa Jinan a DBP’ê polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan û ciwanan biçûk nabînin û em ê li hemberî van polîtîkayan bi awayekî rêxistinkirî têbikoşin. Heke van metodan li ku derê û çawa civak teslîm stendibe, em ê ji wir dest pê bikin û hêza çareseriyê geş bikin.

Jinên hêja; bi dorpêç û pergala tecrîdê ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê re, dixwazin li derve û li hundir jiyana me were tecrîdkirin. Em dizanin ku tecrîda mutleq û polîtîkayên qutkirina têkiliyê yên li ser rêzdar Abdullah Ocalan tê meşandin, tê wateya kûrbûna şer, bêhiqûqtî û hejariyê. Tecrîd tê wateya israrkirina înkar û çaresernekirina li ser kurdan tê meşandin.

Îro li hemberî tecrîda ku hatiye kûrkirin, jin di serî de gelê kurd ji bo şikandina tecrîdê rabûne ser xwe. Ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê ya mutleq û ji bo doza kurdan bi metodên demokratîk were çareserkirin, ji Wanê û Qersê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ hatibû destpêkirin û vê meşê xwe gihandibû heta Amarayê. Vê meşê nîşan da ku baldarî û tevlêbûna gel diyar dike ku ev daxwazeke gelekî xurt e. Li her bajarê ku em jê derbas bûn, jinan em bi coş pêşwazî kirin, ne bi tenê li dijî tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê, li hemberî rejîma tecrîda li ser xwe jî, meşa me mezin kirin. Li ser vî esasî heta ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin, em ê li her derê têkoşîna xwe geştir bikin û dengê xwe jî bilindtir bikin.

Ev desthilatdariya ku ji bo siberoja xwe tecrîdê kûr dike, hemû çavkaniyên xwe dide şer û rantê, bi polîtîkayên şerê taybet êrişî ciwanan dike û hejariya jinan kûrtir dike, divê baş bizanibe ku em ê li hemberî vê desthilatdariyê stûyê xwe xwar nekin.

Em jin di serî de li dijî vê feraseta mêrserwer û li hemberî zextên ku vê ferasetê ava kiriye, ji bo xwe, jiyana xwe û nasnameyên xwe biparêzin, em xwe rêxistin dikin. Li hemberî hemû êrişên ku pergala mêrserwer ava kiriye, em li ber xwe didin û em ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin. Em dibêjin Jin, Jiyan , Azadî û ji her dera dinyayê li hemberî pergala mêrserwer li ber xwe didin.

Me ev ala ji Zarîfeyê stend a ku sembola serhildana li hemberî zilmê ye. Me ev ala ji Leyla Qasim wergirt a ku li hemberî rejîma faşîst a Baasê gotibû ‘Hûn dikarin min bikujin lê ew ê mirina min bi hezaran kurdan hişyar bike.’ Me ev ala ji jinên ku li Rojava navê xwe bi herfên zêrîn li dîrokê nivîsandine, stend. Me ev ala ji Sakîneyan, Sêvêyan, Nagihanan, Hevrîn Xelefan û ji Jîna Emînî wergirt a ku dengê wê li her dera dinyayê olan dide. Haya me ji vê berpirsyariya dîrokî heye û em meşa xwe wisa didomînin. Em li hemberî pergala mêrserwer stûyê xwe xwar nakin. Ji ber ku em li hemberî hevalên me yên ku li girtîgehan berdêlê didin û jiyana xwe ji dest didin, berpirsyar in. Me soz daye Garîbe û Denîz Poyraz. Em li hemberî hemû jinên ku hatine qetilkirin, deyndar in. Ji bo em pêşiya qirkirina jinan bigirin, ji bo em ji kujerên jinan hesap bipirsin, ji bo em wekheviya zayendî ya civakî ava bikin, ji bo ku nasname û zimanê me di statuya makeqanûnê de were parastin, ji bo em qadên xwe yên jiyanê biparêzin û ji bo ku em vê dinyayê biguherînin, em têdikoşin.

Li hemberî krîzên piralî yên modernîteya kapîtalîst, em ê bi felsefeya hevjiyana azad bibin hêza çareseriyê. Em ê vê guherînê jî ji bajarên ku em lê dijîn, bidin destpêkirin.  Em ê bajarên xwe bikin cihên ku jin bi azadî dikarin lê bijîn.

Li hemberî vê pergala ku jiyan û bajarên me dike qadên rant û talanê, em ê bi pergala hevserokatiyê û bi rêbaza xwe ya temsîliyeta wekhev, bibin bersiv. Di jiyanê de em ê veguherîna azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk ava bikin.

Em ê agirê azadî, wekhevî û demokrasiyê di 8’ê Adarê de vêxin û diyarî Newrozê bikin. Bi hêz û baweriya ku em ê ji Newrozê bistînin, em jin em ê bi hilbijartinên 31’ê Adarê re rêxistinkirina xwe mezintir bikin. Jin, jiyan, azadî.”