Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê ava bû

Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê ava bû

Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê, bi şahiyek girseyî damezrandina xwe îlan kir. Di şahiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê Semra Demîr diyar kir ku lazime ew li dijî hemû astengiyên ku li pêş vîna azad a jinê asteng in, têbikoşin.

Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê li Rêxistina BDP'ê ya Bagcilarê bi şahiyekê meclisa xwe ya nû îlan kir. Di şahiyê de Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Navendî Pelin Yilmaz, Berdevka Meclîsa Jinan a  BDP'ê Semra Demîr amade bûn. 

Di şahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Bagcilarê Perîhan Adalmiş ve hat xwendin û li pêwendiyeke mezin a beşdaran rast hat.

Li dû xwendina peyamê Berdevka Meclisa Jine ya BDP'ê ya Stenbolê Semra Demîr, silav ji jinên girtî re şand û wiha got: "Em xwedawenda afirîneriyê Zilan û hemû hevalên şehîd ketine yek bi yek bibîr tînin. Em dîsa bibîr dixin ku em dê têkoşîna wan bilind bikin û mezin bikin. Di Newroza 2013'an de bi Rizgariya Demokratîk ber bi jiyana Azad ve têkoşîna azadiyê ket merhaleyek nû. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di şahidiya milyonan de dîrokek nû û serdemek dîrokî da destpêkirin. Em giranbûna bedelê vê pêvajoyê di qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê dizanin."

Demîr anî ziman ku têkoşîna jina kurd a azadiyê, ji têkoşîna azadiya jinên cîhanê re pêşengiyê dike û got: "Emê di nava civakê de qadên ku jin karibin xwe azad îfade bikin ava bikin. Jin dê li hemberî hemû astengî û kelemên li pêş têkoşîna azadî û vîna jinê têbikoşe û lazime rîska vê yekê bigire." 

Demîr bal kişand ser destdirêjiya leşkerên dewletê ya li dijî zaroka 14 salî ku li Çewlîkê pêk hat û wiha berdewam kir: "Ji vir jî xuya dibe ku destdirêjî çand û feraseta hişmendiya dewletê ye. Jina kurd bi têkoşîna xwe pêşengiya azadiya jina cîhanê dike. Bi vê giyana têkoşîna azadiya mezin em bang li hemû jinên ku ji bo azadiyê tevdigerin dikin ku hemû mil bidin me û em di nava yekîtiyê de têkoşîna xwe mezintir bikin." 

Hevseroka BDP'e ya Stenbolê Asiye Kolçak jî anî ziman ku têkoşîna jina kurd a 30 salan niha pêşengiya têkoşîna jinên cîhanê dike. Kolçak anî ziman ku jina kurd li dijî feraseta hişmeniya zilam û feodalîzmê têkoşînek mezin daye û wiha got: "Ev destketî û têkoşîna jina kurd deyndarê jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje "Jin her ku têbikoşe azad dibe û her ku azad bibe xweşik dibe û tê hezkirin. Ji ber vê yekê divê civaka me her tim ji bo azadiya xwe têbikoşe. 

Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Navendî Pelîn Yilmaz jî bal kişand ser destdirêjiya li dijî jinê û diyar kir ku ev encama polîtîkayên dewletê ye. 
Piştî axaftinan Meclîsa Jinan a Stenbolê hat îlankirin. Li gorî hilbijartinê Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê Semra Demîr, Endamên Meclîsa Stenbolê Nurcan Akturk, Hatîce Sevîptekin, Gulsen Biter, Nazan Avras, Cemîle Çelîk, Reyhan Sarhan û Felek Avci hatin hilbijartin. 

Piştî meclîs hat îlankirin Pêşandana Dansê ya Sarya hat lîstin. Piştî lîstika dansê Hunermenda Navenda Çandê ya Medê Devrîm Demîr derket ser dikê û konser da. Bername bi muzikê bi dawî bû.