Meclîsa Jinan a BDP'ê: Bêterbiyetî gotinên we yên zayendîperest e!
Meclîsa Jinan a BDP'ê: Bêterbiyetî gotinên we yên zayendîperest e!
Meclîsa Jinan a BDP'ê: Bêterbiyetî gotinên we yên zayendîperest e!
Meclîsa Jinan a BDP'ê li hemberî Înançer ê di bernameyeke TRT'ê de got, "Gera jinên ducanî li nava kolanan, bêterbiyetî ye" nerazîbûn nîşan da. Jinên BDP'yî gotin "Bêterbiyetiya rastî, ev gotin û polîtîkayên we yên zayendîperest in."
Meclîsa Jinan a BDP'ê li hemberî Omer Tûgrûl Înançer ê di bernameya fitarê ya TRT'ê de got, "gera jinên ducanî li nava kolanan, bêterbiyetî ye" bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Tirkiyê rojê 5 jin tên kuştin, ewçend rastî tundiya zayendî û fizîkî tên, bi dehan zarok li îstîsmara zayendî rast tên û di desthilatdariya AKP'ê de dijwariya li hemberî jinan ji sedî 1400 zêde bûye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mejiyê ev tablo derxistiye holê û yên her roj derdikevin navgînên çapemeniyê û hewl didin dijwariyê rewa nîşan bidin, heman mejî ne û hat gotin, "Îlahiyatnasên dibêjin; 'Eger jin kincên vekirî li xwe bike, bêguman wê li destavêtinê rast werin û nivîskarên mûxalafazkar ên berpirsyarên dijwariya li dijî jin weke jin bi xwe nîşan didin, mejiyê li pişt vê dijwariyê ne, berpirsyar û kiyarên sereke yên dijwariyê ne."
Meclîsa Jinê ya BDP'ê diyar kir ku Omer Tûgrûl Înançer ê di bernameya fitarê ya TRT 1'ê de peyivî jî, ji heman mejî tê û weha got;
"Omer Tûgrûl Înançer û yên mîna wî, ji gera kesên jinan dikujin, dest diavêjin jin û zarokan a li nava kolanan razî ne. Lê ji gera jinên ducanî ya li nava kolanan ne razî ye û vê yekê weke bêterbiyetiyê bi nav dike. Ducanî û bi rewşa ducaniyê derketina nava kolanan ne bêterbiyetî ye. Bêterbiyetiya rastîn, ev polîtîka û gotinên we yên zayendîperest e."