Meclîsa Jinan: Çekdarbûna şexsî jinan dikuje!

Meclîsa Jinan got jin herî pir bi çekan têne kuştin, xwest ku çekdarbûna şexsî were qedexekirin.

Meclîsa Jinan ji bo 28'ê Îlonê, Roja Bêçekbûna Şexsî daxuyaniyek bi navê ''Ji bo ku jin bijîn bila çekdarbûna şexsî were qedexekirin'' da. Di daxuyaniyê de hate gotin di 8 mehên pêşî de yên sala 2019'an, ji 301 jinên ku hatine kuştin 138 jê bi çekê hatine kuştin û got,''Jin herî pir bi çekê têne kuştin. Hêsanîkirina bûna xwedî çekan qesta kuştina jinan e. Ên ku rê li ber vedikin ku mirov xwe bigihîni çekan, berpirsê kuştinên jinan e. Em dizanin ku mirov dikare pêşî li kuştina jinan bigire. Li ser vê mijarê divê tişta ku were kirin ew e ku pêşî lê were girtin ku mirov bibin xwedî çekên şexsî. Divê hewcehiyên Peymana Stenbolê were bicihanîn û çekên şexsî werin qedexekirin.''