Meclîsa BDP'ê ya Jinan li Amed kom bû

Meclîsa BDP'ê ya Jinan li Amed kom bû

Meclîsa Jinan ya Navenda BDP'ê tekildarî konferansa jinan ya 28-29 îlonê ku li Wanê pêk bê û Kongreya Meclîsa Jinan ya di 4 Mijdarê de li Enqereyê pêk bê, li Amedê civiyan. Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê Kîbriye Evren diyar kir ku, jin di pevajoyên şer û aşitiyê de pêşengtî dike û têkoşîna azadiyê dide.

Melîsa Jinan ya Navenda Partiya Demokrasî û Aşitiyê (BDP), tekildarî konferansa 28-29 Îlonê ya li Wanê û Kongreya 4'e Mijdarê li Enqereyê pêk bê li Mala Perwerdahiya Zarokan ya Tesîsên Civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê civin pêk anîn. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerên jin yên BDP'ê, şaredarên jin, hevserokên rêxistinên BDP'ê yên jin, endamên MYK'a û Meclîsa Partiyê tevlî civînê bûn.

Civîn ji bo kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe dest dane bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê Kîbriye Evren axaftina vekirina civînê kir. Evren da zanîn ku, wan wek meclîsa jinan komcivîn û konferansa jinan wek hedef danînê li berxwe û got rojeva civînê jî konferans û komcivîne.

'KURD DÎROKÊ DINIVÎSIN'

Evren diyar kir ku, ji bilî guhertina pergala cîhanê û gelên tên perçiqandin jî xwe nûve dikin. Evren bilêv kir ku, ev 15 sale Rojhilata Navîn rasta mudaxeleyê tê û got ji bo ve jî dibêjin "Bahara ereban" Evren da zanîn ku, "Li Rojhilata Navîn bi berxwedana gelan destpê kir. Rewşa ku kesên tên perçiqandin xwe nûve bike derket holê." Evren diyar kir ku, bi rewşa Sûriyeyê pevajo ketiye rojevek nû de. Evren daxuyand ku gelê Kurd di nav vê pêvajoya nû de xwe nû dikin û Kurd mafên xwe qezenc dikin.

Evren diyar kir ku, şerek cîddî tê jiyandin û wiha berdewam kir: "Li Sûriyeyê kurdan şoreş pêk anî û xweseriya xwe îlan kirin. Kurd di vê noqteyê de dîrokê dinivîsin. Kurd di 4 perçeyên dijîn de dîrokê dinivîsin. Gelek qezencên baş dest xistin, divê ku ji bo ev qezenc bilind bibin tekoşîn jî bilind bibe."

'JIN PEŞÊNGÊ PEVAJOYÊN ŞER Û AŞTIYÊ NE'

Evren bilêv kir ku, tekoşîn bi keda jinan pêş dikeve û di pêvajoyek wisa de wan biryara konferans û komcivînê girtine. Evren wiha axivî: "Tişta ji bo me girîng ewe ku em biryar digirin. Pêvajoya ku Kurd rêxistinkirina xwe evqas nîqaş dikin em ber bi konferans û komcivînan ve diçin ev girînge. " Evren da zanîn ku, jin li qadên legal yên demokratîk pêşengatiya tekoşînê dikin û wiha pedê çû:

"Di 28-29 îlonê de konferansa me heye. Em dê di konferansê de rewşa xwe ya rêxistinî nîqaş bikîn. 4’ê mijdarê jî komcivîna xwe li Enqerê lidardixîn. " Evren diyar kir ku, jin di pêvajoyên şer û aştiyê de pêşengî dikin û got jin azadiyê diafrînin û tekoşîna vê didin.

'BIRÊZ OCALAN WEK REHÎN TÊ GIRTIN'

Evren bal kişand tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev nêzîkê 2 sala berdewam dike û wiha got: "Reberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bin tecrîdê girandaye. Wek rehîn tê girtin. Tekiliyên wî gelê Kurd qut kirin. Ji ve herî zêdetir jin tesîr digrin. Ger îro em dikarin li vir tên cemhev û hinek nîqaşan dikin ev bi keda Ocalan ne. Ev xêra felsefeya wî ya ji bo jinan afirandin ye. Jin ji bo ev tecrîd rabe tekoşîn didin. Lê divê em rêbazek xurt derxin holê. Konferans û komcivîn ji bo vê jî girînge. Heta Birêz Ocalan azad ne be dê tekoşîn berdewam bike." Evren diyar kir ku, dê jin tekoşîna xwe bilind bikin û pêşiya pêvajoyê bikin.

Civîn bi mijarên "Nirxandina pêvajoya siyasî", "Armanca Komcivîn û Konferansê" û "Plansazî" bi çapemeniya girtî berdewam dike.