Sekretera Giştî ya Enternasyonalên Sosyalîst Marlene Haas, diyar kir ku ji bo gelê Kurd fam bike û piştgiriyê bide jinên Kurd hatiye Stenbolê û wiha got: "Êşa şer, koçberiyê û pevçûnê herî zêde jin dijîn. Li Kurdistanê jin bi hemû zext û zordariyan re rû bi rû ye. Piştevanî û şewirmendiya bi wan re pir girîng e. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku PKK muxalefeta Kurdan a çekdarî ye û kilîda bingehîn ya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Jinên Enternasyonalîstên Sosyalist (SÎW), di pêşengiya Meclisa Jinan a BDP'ê de, bi navê "Jin pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û gotûbêjan çareser dikin" li Otela Hîll a Taksim ê civîna herêmê pêk anîn. Di civînê de ji 4 parzemînan û ji 26 welatan jin amade bûn.
Di vekirina civînê de Sekretera Giştî ya SIW'ê Marlene Haas axivî û wihag got: "Civînek wisa ku di pêşxengiya jinên BDP'ê de pêk tê min pêk kêfxweş dike. Xebatên jinên kurd pir girîng in. Ji bo ku ez jinên kurd fam bikim û piştiriyê dibim jinên kurdan ez hatin beşdarî vê civînê bûm. Jinan ji serpêhatî, koçberî û şerê herêmê êşek gelek mezin kijandine. Bandora şer, koçberî û pevçûnan li ser jinan gelek e. Şer koçberî bar û berpirsiyariya jinan zêdetir dike. Jinên Kurdistanê bi hemû zor û zahmetiyan re rû bi rû ne. Piştevaniya bi wan re pir giring e."
TUNCEL: BILA PÊVAJOYA HEVDÎTINÊ JI NÛ VE DEST PÊ BIKIN
Pişt re Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku di sersala 21'an de pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan çareser dibin û wiha got: "Kurd di 30 salên dawi de li gel hemû zextên giran dîsa di ber xwe didin. Li çar perçeyan belav bûne. Ji ber ku jinên kurd rastî êşên gelek mezn hatine piştgiriya jinên cîhanê ya ji bo jinên kurd pir girîng e. Dewlet bi şiklekî nav li pirsgirêka kurd dike, kurd bi şiklekî nav li pirsgirêka xwe dikin. Dewlet dixwaze kurdan wekî tirk bide qebûl kirin û kurdên xwe ava bike. Lê kurd jî dixwazin li ser kok û cewherê xwe pirsgirêkê bi nav bikin û çareser bikin. Dewlet pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka "terör" dibîne. Ji ber vê helwesta dewletê pirsgirêk çareser nabe. Kurd gelê qetîl yên li ser vê axê ne. Hevditinên Oslo bi agahiya Birêz Abdullah Ocalan pêk hatin. Em dixwazin ev pêvajo ji nû ve dest pê bike. Em wekî jinan dixwazin pirsgirêk bi rêya aştî û diyalogê çareser bibin. Di nava tevgerên hemû cîhanê û parlementoyê de herî zêde jinên kurd cih digirin. Ji sedî 40 katoya jinan di nava BDP'ê de cih digire. Ev pirsgirêk ne tenê ya kurdan e, ya hemû mirovahiyê ye. Di cîhanê de tu pirsgirêk bê derfet tune."
'MUXATAP BIRÊZ OCALAN Û PKK YE'
Tuncel, da zanîn ku di çareseriya pirsgirêka kurd de tenê muhatap PKK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Muxatap PKK û Birêz Abdullah Ocalan e. Divê em muxatabê pirsgirêkê tev nekin. BDP di guhertin û avakirian makeqanunê de xwedî rol û mîsyon e. BDP jî aktorek e. Pirsgirêk ne berdana çekan a PKK'ê ye. Ger ku PKK çekê berde jî disa dê kurd doz û têkoşîna ziman û nasnameyê berdewam bikin. Pirsgirêka kurd ne pirsgireka terorê ye. Pirsgirêka lêgerîna mafan e. Divê hemû jin rast li pirsgirêkê binerin û bibînin."
'LI TIRKIYEYÊ HIQÛQA ŞER TUNE'
Doç. Dr. Nazan Ustundag jî anî ziman ku li aliyekî zextên koçberî, girîgehan, li aliye din jî tacîz û tecawiza li dijî jinan mafê wan li her qada jiyanê binpê dike. Hemû jin ji ber polîtikayên neoliberal rastî tundiyê tên. Hiqûqa şeran jî heye, lê ev hiqûqa şeran li Tirkiyeyê pêk nayê. Pêkanînên li dijî gêrîllayên jin li dijî hiqûqa şer e. Pêkanînên li ser bedena jinên gerîlla li diji hiqûqê ye. Gelek jin di bin gefa dewletê de dijîn. Gotinên serokwezîr bixwe cudakarî ye. Yên din dema mafên xwe dixwazin tên astengkirin. Herî zêde jin tên kuştin."
Ustundag, destnişan kir ku jinên kurd di nava jinên cîhanê de herî zêde xwedî tecrûbe ne û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê heta şer û pevçûn bi dawî nebe dê jin her tim di bin siya şer de bixebitin û bijîn. Dayikên Şemiyê 20 salin têkoş<îna "Lêgerîna Windayan" didin. Ji bo aştiyê divê jin bêtir di nava têkoşîn û yekîtiyê de bin."
'JINÊN ÎRANÊ JI BER NASNAMEYA ZAYENDI RASTÎ CUDAKARIYÊ TÊN'
Endama Yekitiya Jinên Demokrat Pervanah Heidari ku ji Îranê hatibû jî bal kişand ser pirsgirêkên jinên Îranê û diyar kir ku jin di bin siya îxtîdarê de dijîn û hêj jin ji be nasname û zayenda xwe rastû cudakariyê tên. Heidari, da zanîn ku tundiya li Ýranê hem li derve û hem jî li hundir her ku diçe zêde dibe. Heidari, da zanîn ku heta wekheviya zayendê pêk neyê dê jin nikaribin xwe di qada siyasî de îfade bikin û xwest jin wêrekî tev li têkoşînê bibin.
Civîn bi pirs û bersivan berdewam dike.