Mamostayê zanîngehê dest dirêjiya keça xwe kir
Mamostayê zanîngehê dest dirêjiya keça xwe kir
Mamostayê zanîngehê dest dirêjiya keça xwe kir
Li Hewlêrê mamostayekî zanîngehê bi îdiaya ku 25 caran dest dirêjiya keça xwe kiriye, bi cezayê 25 caran darvekirinê hate cezakirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê; li bajarê Hewlêrê zilamekî 25 caran dest dirêjî keça xwe kiriye û ew mamoste ji aliyê hêzên asayîşa Hewlêrê ve hatiye girtin û li gorî madeya 393’an a yasaya cezayê Iraqê hatiye cezakirin.
Mamostayê zanîngehê ji Rûdawê re axivî û got: “Dadgehê 25 caran cezayê darvekirinê li min birî. Ez ecêb mam ku keça min di îfadeya xwe de gotiye, bavê min zêdetirî 100 caran dest dirêjiya min kiriye. Lê dadgehê 25 caran cezayê darvekirinê li min birî. Qaşo min 25 caran ew kar li gel keça xwe kiriye.”