Li Zurîhê ji bo Meclîsa Jinan a Bêrîtan çalakî

Li Zurîhê ji bo Meclîsa Jinan a Bêrîtan çalakî

Kurdên li Swîsreyê dijîn îro li ser banga Meclîsa Jinan a Bêrîtanê li ber avahiya Şaredariya Zurîhê civiyan û çalakiya rûniştinêç li dar xistin.

Di çalakiya bi dirûşima “Ji Ocalan re azadî, dawî li Qirkirinê bînin” de komkujiyên Roboskî, Girtîgeha Riha, tecrîda li ser Ocalan, girtin û binçavkirin hatin protestokirin.

Di çalakiya protestoyî bi beşdariya bi dehan kesî, demjimêr di 11.00 de kon hat vedan û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya Kurdan a li cihê herî qelebalix a bajarê pêk hat, li rastî eleqeya gel hat.

Çalakiyên Kurdan dên heta 23’ê hezîran sê rojan bi çalakiyên cûda berdewam bikin û dê di 23’ê hezîranê de bi meşa li Helvetia bi dawî bibe.

Di çalakiya protestoyî de posterên Ocalan, alên PKK, KCK, KJB hatin hildan.