Li Zurichê kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ destpê kir

Li Zurichê kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ destpê kir

Eleqeya ji bo kampanya îmzeyan ya “Ji Ocalan Azadî” ku ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan Azadî ve hatî destpê kirin mezin dibe. Meclîsa Jinan ya Bêrîtan ku li bajarê Zurich yê Swîsreyê faliyetan birêve dibe îro starta kampanya îmzeyan da.

Her ku diçe tevlîbûnên kampanya îmzeyan ya “Ji Ocalan re Azadî” ku di 6’ê Îlonê de li paytext Bruksel yê Belçikayê bi daxuyaniyek ya çapemeniyê hatibû destpê kirin, zêde dibe.

Meclîsa Jinan ya Bêrîtan ku li bajarê Zurich yê Swîsreyê faliyetan birêve dibe, îro li St.Gallenê starta kampanya îmzeyan “Ji Ocalan re Azadî” da. Çalakiya ku di demjimêr 13’an de li gara Navenda Trenê ya li bajarê St.Gallenê destpêkir, gelek Kurdistanî û qelebalixa li bajar eleqeyek mezin nîşanda. Di kona ku standên îmzeyan hatin danîn de pankart û posterên Ji Ocalan re Azadî, her wiha alên KJB’ê hatin xemilandin.

Komek din ya jinan jî li derdora kona çalakiyê belavok belavkirin û di derbarê kampanya îmzeyan ya ji Ocalan re Azadî rayagiştî agahdar kir. Daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Jinan ya Bêrîtan ve hate kirin ragihand ku, kampanya ku li St.Gallenê hatiye destpê kirin dê li hemû kantonên Zurichê rêve bibin. Di daxuyaniyê de bang li welatparêzên Kurd hate kirin ku, kampanyayê berfireh û pêşve bibin.