Li Zeynep Celaliyan poşmanî hat ferzkirin

Hate hînbûn ku Zeynep Celalaliyan a ku 16 sal in li Îranê girtî ye bi awayekî kelepçekirî hatiye lêpirsînkirin û poşmanî lê hatiye ferzkirin.

Tevna mafên mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku rayedarên Îranê di hefteyên borî de girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan bi awayekî kelepçekirî lêpirsîn kirine.

Di daxuyaniyê de ve tişt hate gotin: “Zeynep Celaliyan ku bi awayekî kelepçekirî birin lêpirsînê ji bo hevdîtinê bi malbata xwe re pêk bîne li ser ferzkirin li xwe mukir were û ferzkirina poşmaniyê lê hatiye kirin.” Hate ragihandin ku heta ku Zeynep Celaliyan ferzkirina poşmaniyê qebûl neke wê ji hemû mafên bingehîn û xizmeta tenduristiyê bêpar bimîne.

Li bajarê Makuyê girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan di 26’ê Sibata 2008’an de hat girtin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hat birîn. Zeynep Celaliyan a ku 2 sal û 8 meh in ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin, li girtîgeha Navenda Yezdê tê girtin. Gelek pirsgirêkên tendirustiyê yên Zeynep Celaliyan ên weke xirabûna dîtinê, astim, gurçik, sîstema hezimkirinê hene. Destûr nayê dayîn ku Zeyneb Celaliyan ji xizmeta tendirustiyê sûdê bigre û tedawî bibe.