Li bajarê Başûrê Kurdistanê Xaneqînê jinek ciwan a 17 salî agir berda bedena xwe û bi mirinê re rû bi rû ye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li taxa Muhata ya bajarê Xaneqînê, jina ciwan a bi navê Îman Mustefa agir berda bedena xwe. Hat diyarkirin ku ji sedî 85’ê laşê jina ciwan a ku ji ber zextên xezûrê xwe xwestiye xwe bikuje, şewitîye û bi mirinê re rû bi rû ye.
Jina ciwan di nexweşxaneya Xaneqînê de tê dermankirin û xezûrê wê jî hate binçavkirin.