Li Wûppertalê jinan standek danîn
Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ jinan standa agahdarkirinê danî.
Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ jinan standa agahdarkirinê danî.
Jinên Kurd ên Ewropa di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ a bi pêşengtiya TJK-E’yê de hatibû destpêkirin, xebatên xwe didomîne.
Meclîsa Jinan a Viyan li bajarê Wûppertal a Elmanyayê di çarçoveya pêngavê de standek danîn.
Standa li Doppesbergê hate danîn, broşurên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin belavkirin û li ser pêngavê agahî hatin dayîn.