Li welatên ber bi pêşketinê diçin zarokên dibin dayik zêde dibin
Li gorî Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNFPA) yek ji sê parên jinên li welatên ber bi pêşketinê ve diçin, di temenê 19 saliyê de yan jî di temenek hêj biçûktir de dibin dayîk.
Li gorî Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNFPA) yek ji sê parên jinên li welatên ber bi pêşketinê ve diçin, di temenê 19 saliyê de yan jî di temenek hêj biçûktir de dibin dayîk.
Li gorî ÛNFPA’yê yek ji sê parên jinên li welatên ber bi pêşketinê ve diçin, di temenê 19 saliyê de yan jî di temenek hêj biçûktir de dibin dayîk.
Li gorî lêkolîna ÛNFPA’yê, nîviya jinên ku di temenê ciwantiyê de ducanî dibin yan 17 salî ne yan jî di bin wê temenê de ne.
Rêveberê ÛNFPA’yê Natalîa Kanem di daxuyaniya nivîskî ya dayî de, diyar kir ku cîhanê çavê xwe ji van zarokên jin ên di vî temenî re girtiye.
Kanem wiha got: “Dubarebûna ducanîbûnên ku em di dayikên ciwan de dibînin pir eşkere nîşan dide ew ji ber bê hêvîbûnê pêwîstî bi agahdarî û xizmetên tenduristiya zayendî û zarokanînê dibînin.”
Hat destnîşankirin ku hema sê ji çar parên keçên ku zaroka xwe ya yekem di 14 saliya xwe de an jî di temenek ji wê biçûktir de anîne, di temenê balixbûnê de jî zarokê duyemîn tînin. Li gorî lêkolînê ji sedî 40’ê wan ên ku du zarokên wan hene, beriya ku dest ji dibistanê berdin dibin xwediyê zaroka sêyemîn.
ÛNFPA’yê tekezkir ku her çiqasê ew li çar aliyê cîhanê nîşanên ku cesaretê didin yên ji bo kêmbûna rêjeyên zarokanînê yên ciwanan dibînin, lê rêjeya kêmbûnê pir hêdî ye.
Natalîa Kanem pêşniyar dike ku “Hikûmet divê di şopandina keçan de sermayeguzariyê bike û ji berfirehkirina derfet, çavkanî û jêhatîbûna wan re alîkariyê bike, bi vî rengî bibin alîkar ku pêşî li ducaniyên di temenê biçûk û nexwestî bigirin."
Kanem her wiha got; “Gava ku keç dikarin di derbarê riyên jiyana xwe de biryarên watedar bidin, wê dayikbûna di temenê zaroktiyê de kêm bibe.”