Li Wanê li hemberî destdirêjiyê meş
Li Wanê li hemberî destdirêjiyê meş
Li Wanê li hemberî destdirêjiyê meş
Li Wanê bi pêşengiya DOKH'ê li hember destdirêjiyê meş hat lidarxistin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê Fîgen Yaşar li hember destdirêjiyê banga yekitiyê kir.
Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve li hember destdirêjiyê ji taxa Cevdetpaşa heta taxa Şabaniyeyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de bênavber dirûşmên "Her der Kurdistan, her der berxwedan", "Bimre AKP", "Dewleta tecawizkar ji Kurdistanê bicehime", "Jin jiyan azadî", "Em kî ne, Apocî ne", "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yê pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, alên KCK û PKK'ê hatin hilgirtin.
Welatiyên derdor jî piştgirî dan meşê û bi hezaran kesên ku li Taxa Şabaniye gihiştin hev ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Fîgen Yaşar anî ziman ku tecawizên ku li herêmê pêk tên polîtîkayên dewletê ne û wiha got: "Dixwazin li taxa me çanda destdirêjiyê bidomînin. Dixwazin bi destdirêjî û tiryakê ve hêza rêxistinbûyîna ku li Kurdistanê heye bişkînin. 4 meh li ser pêvajoya ku ji aliyê birêz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re derbas bû. Vekişîna gerîlayan didome lê hikûmet li hember vê ti gav neavêtiye. Qadên ku gerîla vala dikin dê ji aliyê jin û ciwanên kurd ve bên dagirtin."
Fîgen Yaşar di axaftina xwe de kesên ku di çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî. Piştî axaftinan girseyê stran got, govend gerand û çalakiya xwe bi dawî kir.