Li Wanê kuştinên jinan hate şermezarkirin

Li Wanê jin hatin cem hev û kuştina jinan û îstismara ser zarokan şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin kuştinên jinan polîtîk in.

Bi mebesta ku kuştinên jinan, tundiya li ser jinan û îstîsmara ser zarokan were şermezarkirin Platforma Jinan a Tamara, Komîsyona Jinan a Baroya Wane û YAKA-KOP'ê li Parka Dabbaoglu daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de Hevseroka Bajêr a Wanê ya HDP'ê Yedîşen Karabûlak, namzetên hevşaredariyên yên bajêr û navçeyan ên HDP'ê  û nûnerên saziyên jinan hazir bûn.

Di çalakiyê de Dîlan  Yildiz axivî, got kuştina jinan, xwekuştina jinan, îstîsmara ser zarokan ji pergala zilamserwer a bi hişmendiya nêr ne bêrî ye û got, ''Em jin heta ku dawî li tundî, tacîz, kuştinên jinan ên ji pergalê tên bidawî nebin, têkoşîna xwe bidomînin.''

Yildiz got ''her xwekuştin cînayet e'' û diyar kir, hişmendî û yasayên AKP'ê zemînê ji kuştina jinan re çêdike.