Li Wanê jinan piştgirî dan Leyla Guven

Jinan li Wanê piştgirî dan parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca protestokirina tecrîda li Îmaraliyê çalakiya greva bê dem û bê dorveger dabû destpêkirin.

Meclîsa jinan li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevseroka bajarê Wanê ya HDP’ê Yadişen Karabulak, hevseroka bajêr ya DBP’ê Ayla Tarhan, parlamentera HDP’ê yên Wanê Muazez Orhan, endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Şehzate Kurt, hevşaredar, Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, daxuyaniya çapemeniyê xwend û bal kişand li ser derbirînên Leyla Guvenê ku gotibû, “Di serî de ez tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tê pêkanîn, şermezar dikim. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye…”

'EM Ê PAŞDE GAVAN NAVÊJIN

Orhan, diyar kir ku Leyla Guvenê qebûl nekiriye ku bi destê kelepçeyî bibin dadgehê, bi SEGBÎS’ê tevlîbûna dadgehê red kiriye. Orhan, “Ligel ku Guven girtiyeke siyasî ye, jê re tê gotin parastina siyasî neke, xwe biparêze. Guven jî bersiva ku ew ji ber fikrên Ocalan bûye parlamenter, ji ber nêrînên wî yên ji bo jinê bi bandor bûye û tevlî siyasetê bûme.” Birêz Guven ji bo protestokirina tecrîdê ketiye greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger. Em weke jinên Kurd û HDP’yî çalakiya wê silav dikin û piştgirî dikin, em ê heta dawî li ba Guvenê bin.”