Li Wanê jin li hemberî tecrîdê meşiyan

Polîtîkayên tecrîdê li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û meşekê hate protestokirin.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li pêşiya avahiya navçeyê ya Rêya Armûşê ya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û meşek hate lidarxistin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê û parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan û namzetên hevşaredariyê yên şaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci û Bedîa Ozgokçe, çalakgerên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û gel tevlî çalakiyê bûn.

Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan li vê derê daxuyanî da û got ku “Em dixwazin li welatekî azad bijîn lê em dibînin ku ferasetên faşîzan hewl didin li vî welatî tecrîdê rewa bikin. Ev tecrîd di şexsê rêzdar Ocalan de li ser hemû gelan tê pêkanîn. Heke ev tecrîd ranebe wê krîza ekonomîk tu carî nesekine û ew ê tu carî aştî neyê vî welatî.”

Orhan bal kişand ser çalakiya parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 87 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, “Divê em deng bidin vê berxwedana li zindanan. Leyla Guven balê dikşîne ser jiyana azad û bi rûmet.”

Piştî daxuyaniyê jinan barîkata polîsan hilweşandin û li Rêya Cûmhûriyetê heta avahiya bajêr a HDP’ê meşiyan.