Ji aliyê Tevgera Jinan ya Azad û Demokratîk (DOKH) li Wanê di demjimêr 16.00’an de dê meş pêk were û daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. Ji bo meşê û daxuyaniyê banga tevlîbûnê hate kirin.
Li Wanê bi pêşengtiya DOKH’ê ve bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dê meşek pêk bê. Ji aliyê DOKH’ê ve daxuyaniyek hate dayîn û hate destnîşan kirin ku, di demjimêr 16.00’an de ji Kawşaxa Mezbahaya berê ya Taxa Hacibekîr bi tevlîbûna parlameneteran dê meşek pêk were pêkanîn û hemû gelê Wanê hate vexwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di serî de hemû jin û gelê Wanê ji bo ku xwedî li Rêberê xwe derkeve û polîtîkayên qirêj şermezar bikin divê tevlî meşê bibin.”