Li Wanê bi hezaran jin meşiyan

Li Wanê bi hezaran jin meşiyan

Li Wanê bi hezaran jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinan daketin qadan. Piştî meşê daxuyanî hate dayin û dan zanîn ku ew ê li hemberî hişmendiya desthilat a dewlet û zilaman xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê heta dawiyê têkobikoşin.

Li Wanê bi hezaran jin bi banga DOKH’ê li pêşberî garaja şaredariya kevn hatin gel hev, li ser paçê reş nivîsînên “Arîn Mîrxan dijî”, "Ji tacîz û tecawizê re bes e”, "Destê xwe ji bedena min bikişîne” hatin nivîsandin hildan. Jinên kû posterên Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hildan bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”,”Bijî berxwedana YPJ'ê” bi tîlîlî, lêdana defan ber bi Parka Feqiyê Teyran ve meşiyan.

HEMÛ RÊ HATIN GIRTIN!

Jinên ku ji du aliyan ve gihiştin hev rastî astengiya polîsan hatin, dema meşa wan a ji bo parqa Feqiyê Teyran hat astengkirin jinan berê xwe dan Parka Musa Anter.  Polîs bi helîkopteran li ser cihê çalakiyan re digeriya. Jinên ku bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” meşiyan bi piştgiriya ajokar, kesên li cihên kar û malan re bi coştir bun. Jinên bi cilên herêmî tevlî meşê bun bi lolîpopên kû hildayîn jî bal kişandin ser komkujiya liser jinan. Jinan li hemberî astengiyê di dirûşimên “Jin jiyan azadî”,”Bijî berxwedana YPJ'ê” bi tîlîlî, lêdana defan ber bi Parka Feqiyê Teyran ve meşiyan.

Piştî meşê li Parka Mûsa Anter daxuyanî hate dayin. Li ser navê jinan endama Navenda Jiyanê ya Jinan a ku girêdayî Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) e Remziye Eşin axivî. Işîn da diyar kirin ku  hem bi awayek tund hemjî bi awayek zirav tundî û mêtîngerî li ser janan tê meşandin û qadan ji jinan re tên tengkirin. Li aliyakî jin wek ganîmetên şer tên firotin û li aliyekî din jî di bin navê xweşikiyên weke pevjînî, evîndarî, heskirinê de di malê de weke girtiyan tên zîndankirin. Eşîn destnîşan kir ku di serdema desthilatiya hukûmeta AKP’ê de tundiya li ser jinan gihiştiye asteke herî bilind û diyar kir ku her çendî şert û mercên pêkhatina aşitiya ji bo şerê li Kurdistanê heye, lê desthilatiya AKP’ê di çaresernekirinê de israr dike.

OCALAN SEDEMA HEBÛNA ME YE

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta dawiyê ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêvajoya aşitiyê vebiguhere aşitiyeke bi rûmet ew ê heta dawiyê tê bikoşin.  Di daxuyaniyê de bal kişandin ser hewldanên Ocalan a ji bo azadiya jinan û hate diyarkirin “Ocalan sedema hebûna me  ye.”

Piştî daxuyaniyê, jin bi tilîlandin û dirûşimên “Jin Jiyan Azad” û “Bijî Serok Apo” qêriyan. Piştî dirûşiman jin belav bûn.