Li Wan û Stenbolê merasîmên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin
Jin bi boneya 25’ê Midarê li Wan û Stenbolê hatin kom bûn. Leşkerên Tirk li Wanê hewl dan ku pêşî li jinan bigirin.
Jin bi boneya 25’ê Midarê li Wan û Stenbolê hatin kom bûn. Leşkerên Tirk li Wanê hewl dan ku pêşî li jinan bigirin.
WAN
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Li dijî faşîzm û qirkirina jinan, niha dem dema azadiyê ye” di çarçoveya Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta Li ser Jinan a Navneteweyî 25’ê Mijdarê, starta merasîman dan. Îsal merasîm diyarî Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve hate qetilkirin, hate kirin. Hat xwestin ku starta merasîmê li Taxa Memedelan a li ser sînor ku girêdayî navçeya Qelqelî ye, bê kirin. Leşkerên Tirk hewl dan ku pêşî li jinên ku ber bi taxê ve diçûn, bigirin. Jinan bi saetan li cihê ketina hundirê taxê li berxwe dan û piştre bi berzkirina dirûşmeya car din hatin navenda navçeyê. Polîsan li vir jinan asteng kir û jinan ev rewş bi berzkirina dirûşmeya “Jin natirsin hesap dipirsin”, “Jîna Emînî rûmeta me ye” û “Jin jiyan azadî” protesto kir.
Her wiha jinên ku li navenda navçeyê kom bûn, wêneyên Jîna Emînî û dovîzên “Jin Jiyan Azadî” hildan.
‘HÛN NIKARIN ME BI ÇEK Û MERTALÊN XWE BITIRSÎNIN’
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan li vir li dijî astengiya polîsan daxuyanî da û got: “Ez bang li wan kesên ku hewl didin me asteng bikin dikim: Hûn bi çek û mertalên xwe nikarin me rawestînin. Hûn jî mîna yên berî wê, bên darizandin. Desthilatdarî hemû hilweşiya, hûn jî wê hilweşin. Ev desthilatdaran e, ji bo berjewendiyên xwe we jî bikar tîne. Ez we lenet û protesto dikim.
STENBOL
Di pêşengtiya TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê gelek jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Nûnertiya Kanarya ya HDP’ê ya Kuçukçekmeceyê hatin ba hev. Polîsan bi hinceta ku “qedexeya çalakiyan” a Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê heye nehiştin jin ber bi Gola Kuçukçekmeceyê ve bimeşin. Jinên ku bertek nîşanî biryara qedexeyê dan, li nûnertiyê daxuyanî dan.
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz diyar kir ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo polîtîkayên şer ên dewletê û tundiya li dijî jinan şermezar bikin hatine gel hev û wiha got: “Me xwest ji bo sekinandina tundiya li ser jinê û bikaranîna çekên kîmyewî meşekê li dar bixin. Bi bikaranîna çekên kîmyewî mirov û xweza tên qetilkirin.”
Gokgoz, got ku dayikên Kurd natirsin û meşa li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tê lidarxistin, silav kir.
Jinan piştî axaftina Gokgoz lîlandin û dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana girtîgehan” berz kirin.