Li Viyanayê nobeta "Em edaletê dixwazin"
Li Viyanayê nobeta "Em edaletê dixwazin"
Li Viyanayê nobeta "Em edaletê dixwazin"
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê çalakiya nobedê hat lidarxistin.
Rêxistina Jinan a li Viyanayê Avesta, bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê, ku di ser re 168 roj derbas bûne lê hînê nehatiye ronîkirin, çalakiyek lidar xist. Di çalakiya li ber Konsolosa Fransayê de hat xwestin, komkujî tavilê bê ronîkirin.
Jinên Kurd bi vê armancê di bin navê "Em edaletê dixwazin" de li ber Konsolosa Fransayê dest bi çalakiya nobetgirtinê kirin.
Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin û pankarta bi nivîsa "Em bang dikin ku komkujiya li Parîsê bi lezgînî ronî bikin" ya bi zimanên Elmanî û Fransî hat vekirin.
Di çalakiyê de her weha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî îmze hatin berhevkirin. Jinan dan xuyakirin ku ewê heta ronîkirina komkujiyê çalakiya xwe dewam bikin.