Li Viyanayê danûstandinên Hevşaredarên HDP'yî

Hevşaredarên HDP'yî li Viyanayê hevdîtin kirin.

Hevşaredarên HDP'yî yên jin li Viyanayê hevdîtin kirin. Hevşaredarên ku bi partiyê SPO û Keskan re hevdîtin kirin, Şaredariya Viyanayê jî ziyaret kirin û polîtîkayên jinê vegotin. Alîkara Şaredarê Viyanayê Vassîlakoû jî, berxwedana jinên Kurd silav kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû, Hevşaredara Silopiyê Emîne Esmer û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, li paytexta Awûstûrya Viyanayê danûstandinên dîplomatîk kirin.

Hevşaredarên ku ev hefteyeke li Viyanayê ne, di destpêkê de bi Partiya Keskan re hevdîtin kirin, dûre Qesra Şaredariya Viyanayê ziyaret kirin.

ŞAREDARIYA VIYANAYÊ KOBANÊ SILAV KIR

Hevşaredaran ji partiya SPO bi Wezîra Eyaleta Viyanayê ya ji Jin û Entegrasyonê Berpirsyar Sandra Frauenberger, Tanja Wehsely, Ernest Woller, Şafak Akçay, Mûna Duzdar, nûnerên Konseya Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) û Parlamentera Partiya Keskan Bêrîvan Aslan re hevdîtin kirin.

Alîkara Şaredarê Viyanayê Marîa Vassîlakoû jî ku li Qesra Şaredariya Viyanayê Hevşaredarên HDP'yî pêşwazî kir, anî ziman ku ji ber serdan li 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê rast hatiye bêhtir watedar bûye û jinên li Kobanê û Şengalê silav kir. Hevşaredaran di hevdîtinê de der barê xebatên şaredariyên li Kurdistanê de agahî dan û polîtîkaya HDP'ê ya jinê vegotin. Hevşaredaran bendewariyên xwe ji Awûstûryayê anîn ziman û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li dijî jinê nirxandin.

Li dû ziyareta navenda şêwirmendiya jinê Orient Express, Hevşaredar beşdarî paneleke bi mijara polîtîkayên jinê ya ji aliyê Baskê Partiya Keskan ê Jinê û FEYKOM'ê ve hat organîzekirin, bûn. Hevşaredarên HDP'yî her wiha tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bûn û HDP vegotin.