Şaredariya Rezanê ku bi xebatên xwe yên îstîhdama jinan û têkoşîna bi mekanîzmayên ku zayendiyê asteng dike tê rojevê, îstîhdama jinê û tevlibûna jinan a mekanîzmaya rêveberiyê zêde kir. Şaredariya Rezanê bi van xebatên xwe bingeheke sazîbûnê ya ku veguherîna zîhnî pêk tîne ava dike. Şaredarî jinê tevli hemû qadên jiyanê dike, ji bo ajokariyê, ji bo karkeriya paqjiyê û her wekê din îstîhdamê ji bo jinan diafirîne.
Şaredariya Rezanê di warê xebatên jinan de xebatên xwe berfireh dike. Şaredarî ji bo jinan ku ji ber çandên cur bi cur û sedemên civakî ji îstîhdamê, ji biryar girtin û mekanîzmayên rêveberiyê dur ketine, xebatan dimeşîne. Şaredariyê bo jinan stargeh û pazara taxê vekir û ji bilî vê jî derfetên kar dide jinan.
Şaredarî bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê re projeya ‘Ji bo guherîn û pêşveçûnê jin dibin xwedî pîşe’ kirin jiyanê û 120 jinan jê fêde girt. Di çarçoveya projeyê de perwerdehiyên wekî formasyon, muhasebeya kompîturê, dîksiyon, têkilî, têkiliyên gel û zayenda civakî hatin dayîn. Aliyekê vê projeyê yê girîng jinên ajokar bûn. Piştî perwerdehiyan 30 jinî ehliyeta pola E, 90 jî ya B girt. 30 jinên ehliyeta polîsa E girtin 15 heb jê niha di bin bana şaredariya mezin, Kayapinar û Rezanê de dixebitin. Du jî li şaredariya Rezanê niha dest bi ajokariya servîsê kirin.
Şaredariya Rezanê 11 jin girtin karê paqijiyê û li Amedê îmze avêt tişteke yekemîn. Jinên ku dest bi kar kirin ev 3 sale li Rezanê li kolana paqjiyê dikin.