Li Tûnis ji sedê 47’ê jinan rastî tundiyê tên

Li Tûnis ji sedê 47’ê jinan rastî tundiyê tên

Wezîra Jin ya Tûnûsê Sihem Badi bilêvkir ku, sedê 47’ê jinan rastî tundiya, fîzîkî û ya psîkolojî tên. Badî diyarkir ku, ji bo jinan biparêzin yekem car wê saziyek gelemperî were avakirin.

Wezîra Jin Sihem Badî bû mêvanê radyoya Shems ya FM’ê da diyarkirin ku, îstatîstîk di pileya elerimê de ne û pêwîste bi lez bikevin nava tevgerê.

Li gorî Badî sedê 47’ê jinan rastî êrîşa fîzîkî yan jî psîkolojîk tên. Tê diyarkirin ku hêjara rastîn ji vê gelek zêdetire lê belê nikarin bêjin.

Badî destnîşan kir ku, dê di nava çend hefteyan de ji jinên mexdûrê tundiyê re navendek ya pisporan veke û di vê navendê de cihê hewandina jinan jî bê çêkirin. Li gorî Badî cara yekem wê saziyek dewletê ya jinên rastî tundiyê tên bê avakirin.

Weke din Wezîra Jin bilêv kir ku, ger li hemberî hemû cure tundî, êrîş û nerihetiyan li gorî rêgeza cezadayînê bê tevgerkirin wê gelek êrîşên bi vî awayî bêne astengkirin.