Li Şirnexê zarok û dayîka xwe di çem de xeniqîn

Li Şirnexê zarok û dayîka xwe di çem de xeniqîn

Li Bajaroka Qesrikê ya Hezexa Şirnexê xwendekara dibistana seretayî Kader Babaoglu û dayîka xwe Mizgîn Egdemir di çem de xeniqîn.

Li bajaroka Qesrikê ya Hezexa Şirnexê xwendekara dibistana seretayî ya bi navê Kader Babaoglu li gel diya xwe Mizgin Egdemir ketin çem. Piştî Kader li gel diya xwe Mizgîn ketin çem, ber bi pêlên avê çûn. Welatiyan Kadar Babaoglu û Mizgîn ji çem derxistin û rakirin Nexeşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li gel hemû mudaxaleyan Kader Babaoglu nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da. Dayîka Kader Mizgîn Egdemîr jî rakirin Nexweşxaneya Êlihê. Mizgîn Egdemir jî li di serê sibê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Egdemîr şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.