Li Tehrîrê li dijî çalakiya jinan êrîş

Li Tehrîrê li dijî çalakiya jinan êrîş

Jinên ku li Misirê tacîzên zayendî li paytexta Misirê Qahîreyê protesto kirin li astî êrîşa bi sedan zilaman hatin. Di êrîşê de gelek jin birîndar bûn.

Nêzî 50 jinên Misirî li Qada Tehrîrê ya bûye sembola şoreşa Misirê, xwestin zext, tacîz û êrîşên li ser jinan protesto bikin. Jinên ku bi pankart û dirûşiman van pêkanên li seranserê welat li hemberî jinan presto dikirin, di carekê de li rastî êrîşa komek ji nêzî 100 zilaman pêk dihatin kirin. Komê li pasevanan (parêzvan) xwepêşandanê jî xistin û êrîşê jinan kirin.

Di êrîşê de gelek jin birîndar bûn. Jinan di daxuyaniya dan de bal kişandin ser tacîza li welat li hemberî jinan pêk tên.

Hat diyarkirin ku kesên êrîşê jinan kirine komên oldar ên tudraw in. Jinên Misirî di xwepêşandan û serhildanên li hemberî rejîma Mubarek de rolek pir girîng leyîstibûn.

Lê niha jin di nava gumanê de ne ku Birayên Misilman bibin desthilat û ger bibe desthilat dê zextên li ser jinan zêdetir bibin.