Li Tehranê jineke ku kete hundirê stadyûmê hate girtin

Li Tehranê, jinekê xwest li maça fûtbolê temaşe bike û ji bo vê jî bi kincê mêran kete hundirê stadyûmê. Lê belê ji aliyê polîsên Îranê ve hate binçavkirin û piştre hate girtin.

Di Kûpa Asyayê de ku maçên wê li Îranê tên lîstin, roja Sêşemê tîma Îstîklal a Tehranê û tîma El Eynî a Dûbaî hatin pêşberî hev. Ji ber ku li Îranê qedexe ye jin bi futbolê bilîze û lê temaşe bike, jineke dixwest li vê maçê temaşe bike, kincê mêran li xwe kir û ket hundirê stadyûma azadî. Lê ev jin ji aliyê polîs ve hate binçavkirin.

Li gorî nûçeya di medya Îranê de hate weşandin, jina navborî ji bo neyê naskirin kincê sporê yê mêran li xwe kir, lê piştî ku polîsê stadyûmê pê hesiya, ew binçav kir. Hat ragihandin, jina navborî hatiye girtin.

Li Îranê, ji sala 1979'an û vir ve lîstin an jî temaşekirina li futbolê li jinan qedexe ye. Lê gelek jin guh nadin vê qedexeyê. Di gelek maç û pêşbirkan de, jin kincên sporê li xwe dikin û bi dizî dikevin stadyûman û li maçan temaşe dikin.

Derhênerê Îranê Cehfer Penahî jî, di sala 2005'an de bi navê "Ofsayt" fîlmek amade kir û bal kişand ser vê qedexeyê.

Fîlm, di sala 2006'an de li Festîvala Fîlman a Berlînê hêjayî Xelata Hirçê Zêrîn hate dîtin. Cehferî Penahî ji ber vî fîlmî di sala 2009'an de hate girtin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Fîlmên Penahî jî li Îranê hatibûn qedexekirin.