Li Swêdê jin hêj di plana duyemîn de ne

Li Swêdê jin hêj di plana duyemîn de ne

Malpera fermî ya dewleta Swêdê despêka wê bi nivîsa ‘ Hun bi xêr hatin welatê herî wekhev yê cîhanê’ we pêşwazî dike.  Yanî Swêdê di cîhanê de profîleke welatekî ku di warê wekheviya jin û mêr de wekheviyek heye dane xuyakirin.  Ji bo kesên tên li welat digerin tê gotin ku ji sedî 45’ê parlamentoyê ji jinan pêk tê.

Sendîkaya Kommunal ya k ji sedî 80’ê wê jine tabloyek cuda nîşan dide; jin li gorî mêran kêm pere digire û li gorî mêran di plana duyemîn de cih digirin.

Kongreya Sendîkeya kommunal ku 500 hezar kedkarên şaredariyê dihewîne, li avahiya Mala Gel a Stockholmê dest pê kir. Kongre 4 rojan didome û 188 delege tevli bûn.  336 pêşniyarên ji sendîkayan hatine dê bên nirxandin.  Seroka Kommunal Annelîe Nordstron axaftina vekirê kir.

Di rapora ku sendîkayê pêşkêşî kongreyê kir de hat diyar kirin ku bi beşa kar de ji xebatkaran ji 4’an 3 heb jinin û  140 hezar kes wek part-tîme û demborî dixebitin. Ji ber vê jî ewlehiya karê wan nîne û pereyê ku digirin jî 9150 krone. Jinên di sektro şaredariyê dixebitin jî nîvê wan, nîv rojê dixeibtin û ji bo ku seranserê rojê bixebitin, serlêdanê dikin, lê bersiva neyînî bo wan tê dayîn.

HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINAN DIKIN

Di kêmkirina hatina zarok û kal û pîran de herî zêde jin di bin bandorê de dimînin.  Di raporê de hate diyar kirin ku li pergala berê ya ku zarok neçar dimînin li dê û bavê xwe binêrin vegeriyane û 360 hezar kes neçar mane li xizmên xwe yên nexweş, kal û seqet binêre. Her wiha nêzî 100 hezar jin ji bol i xizmên xwe binêrin neçar dimînin veqetin an jî saetên karê xwe daxînin.

WEKHEVIYA LI MALÊ 150 SAL ŞÛNDE DÊ BÊ

Li gorî îstatîstikên SCB’ê ji sedî 90 jin nîv rojê dixebitin.  Pispor diyar dikin ku newekheviya nava malê bandora xwe liser piyasaya kar a newekhev kiriye û karsaz ji ber lênerîna zarokan a dayikan, zêdetir mêran tercîh dikin. Ev jî di warê kariyera jinê de li pêş dibe asteng û hem bandorê li ser heqdestê û hem jî piştÎ teqawît bibin li ser maaşê wan dike.

Di karên malê de jî newekhevî heye.  Jin rojê 4 saetan karê malê dikin, mêr jî 2,5’an dike. Pispor diyar dikin ku ji bo wekheviya di na malê de pêk bê divê 150 sal derbas be.